Li “herêma bêçek” topbaran berdewam e

Li bejahiya Idlibê şerekî dijwar di navbera komên çete yên desteka xwe ji Tirkiyê werdigirin û hêzên rejîmê de diqewime. Hêzên rejîmê bi pêş de çûn, her wiha operasyonên asmanî û bejahî yên rejîmê û Rûsyayê li ser herêma qaşo bêçek berdewam in û proseya kuştinê kete rojeva parêzgeha Derayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li eniyên Zerzor û Um El-Xelacîl ên li bejahiya rojhilatê Idlibê, piştî çeteyan bi moşekan êrîşî eniyên li herêmê kir, hêzên rejîmê hewldana pêşedeçûnê kir û  di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên rejîmê de şerekî dijwar rû da.

Li eniyên bakurê Hemayê hêzên rejîmê ji nuqteyên xwe yên li gundê El-Cîsat ku nêzî sînorê parêzgeha Idlibê ne, ber bi El-Hibêt ve hewldana pêşdeçûnê dikin û şer berdewam e.

Di milekî din de operasyonên asmanî yên balafirên rejîmê û Rûsyayê li ser herêmên qaşo bêçek berdewam in. Duh êvarî û destê vê sibê balafirên Rûsyayê êrîşên asmanî li bajarê Xan Şêxûn ê başûrê Idlibê, Keferzêta yê Bakurê Hemayê û eniyên Kebînê yên Çiyayê Kurdan (El-Ekrad) pêk anîn.

Balafirên rejîma Sûriyê li herêmên Keferzêta, El-Letmanê, Letmîn ê bejahiya bakurê Hemayê, El-Hibêt, Til Aas, Keferên û derdora El-Temaniaa yê başûrê Idlibê, nêzî 24 êrîşên asmanî pêk anîn.

Helîkopteran zêdetirî 20 bermîl avêtin herêmên Keferzêta û El-Letmanê yên bakurê Hemayê, bajarê Xan Şêxûn, Til Aas û El-Hibêt ên başûrê Idlibê.

Hêzên rejîmê yên bejahî bi dehan top û moşekan herêmên başûrê bejahiya Idlibê, bakurê bejahiya Hemayê, bakurê rojavayê wê, her wiha çiyayên peravê û başûrê bejahiya Helebê kirin armanc.

Di heman çarçoveyê de li eniyên El-Cîsat, Til Sexir ên bejahiya bakurê Hemayê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de didome. Her wiha duh bi şev li ser eniyên bakurê bejahiya Laziqiyê êrîşên dijwar rû dan. Di heman demê de li eniyên Zîmar û Cezrayê yên başûrê bejahiya Helebê di navbera hêzên rejîmê û çeteyan de şerekî dijwar rû da.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku hêzên rejîmê duh bi şev alîkariyên leşkerî ji teqemeniyan û leşkera ji herêmên Atşan, Ebû Dalî, Ebû Umer ên rojhilatê bejahiya Hemayê û başûrê Idlibê re şand, ev jî nîşana êrîşên bejahî ne û herêmên Xiwên, Sekîk ê başûrê Idlibê û rojhilatê Hemayê serwer kirine.

Li parêzgeha Derayê hêj bêaramî heye, leşkerên rejîmê û leşkerên hevpeymanan û lihevanîn rastî hedefgirtinan tên, kesên nenas li taxa rojava ya bajarê Senemên gule li 3 leşkerên dîplomatik reşandin û di encamê de birîndar bûn.

(eh) 


Mijarên Din