Li herêma Cizîrê 30 hezar donim zevî şewitîn

Duh li herêma Cizîrê li sêkoşeya Hesekê, Amûdê û Qamişlo li ser rêya navdewletî agir bi zeviyan ket û nêzî 30 hezar donim şewitî.

Duh saet di 13:30`an de li gundê Sîxur ê girêdayî bajarokê Çaxir Bazar ê girêdayî navçeya Amûdê li ser rêya navdewletî, agir bi zeviyan ket. Ji ber ba firehiya şewatê zêde bû. Tîma agirkujiyê ya navçeya Amûdê yekser berê xwe da cihê bûyerê da ku agir vemirîne. Lê ji ber bayê zêde nikaribû agir vemirîne. Agir gihîşt sêkoşeya Hesekê, Amûdê, Qamişlo û depoyên genim ê gundê Kebeka. Tîmên agirkujiyê yên herêmê Cizîrê jî berê xwe da cihê bûyerê.

Tîmên agirkujiyê ku ji 40 erebeyên agirkujiyê pêk dihat, bi hevkariya şêniyan û hêzên Ewlekariya Hundrîn piştî ku nêzî 30 hezar donim şewitî saet di 19:45`an de li gundê Nûrik ê girêdayî navçeya Til Berakê agir vemirand.

Ev ne cara yekemîn e ku li herêma Cizîrê agir bi zeviyan dikeve. Ji destpêka mewsima çandiniyê ve bi deh hezaran zevî şewitîn. Şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin agirê ku çêdibe ne ji xwe ve ye, destê veşarî li pey vê yekê heye. Armanca wan ew e ku derbeyê li aboriya herêmê û ewlehiya wê bixin.

(bx)

ANHA

 

 

 


Mijarên Din