Li herêma Cizîrê Akademiya yekemîn a  Zimanê Kurdî hat vekirin

Îro yekemîn  Akademiya pisporiya zimanê Kurdî ya ku beşên Wêjeyî û Zanistî têde cih digirin, li herêma Cizîrê hat vekirin. Akademî bi navê şehîd Agîd Cîlo û bi armanca avakirina kadroyên pispor, da ku xwendekarên qonaxa seretayî û amadehî perwerde bikin hate vekirin.

Îro Desteya Perwerde û Fêrkirinê  ya herêma Cizîrê Akademiya şehîd Agîd Cîlo ya Zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo, bi armanca pêşxistina asta zanistî ya mamosteyan  vekir.

Şahiya vekirina akademiyê  bi beşdariya mamosteyên zimanê Kurdî yên herêma Cizîrê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, hevserokê Desteya perwerde û Fêrkirinê Semîra Hec Alî û Mihemd Abdo û hevsrokê Meclisa Kantona Qamişlo Perwîn Mihemd hat lidarxistin.

Akademiya şehîd Agîd Cîlo ji bo beşên Wêjeyî û Zanistî yên zimanê Kurdî hatiye vekirin û niha jî kadroyên perwerdê yên pispor amade ne. Her wiha armanca sereke ji vekirina akademiyê amadekirina mamosteyên pispor e, da ku xwendekarkên dibistinê yên qonaxa seretayî û amadehî perwerde bikin.

Xwendekarên ku dê beşdarî akademiya şehîd Agîd Cîlo bibin, wê waneyên bîrdozî, zanyarî, fîzîk, kîmya, wêje, ziman û dîrok bi awayekî berfireh bistînin.

Merasîma vekirina akademiyê bi axaftina hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Semîr Hac Alî hat destpêkirin. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê vekirina akademiyê li hemû şêniyên herêmê û mamosteyan pîroz kir û tekez kir ku ev destkeftî bi saya berdêlên şehîdan hatine bidestxistin.

Semîra Hec Alî diyar kir ku wan destkeftî di beşê Perwerde û Fêrkirinê de bidest xistine û ji dibistanên biçûk dest pêkirin û xwendekarên di zimanê Kurdî de serkeftî der xistin. Hec Alî paşê madeyên xwendinê yên ji dibistanên herêma Cizîrê pêk tên bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî  ji hemû dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kirin.

Di dawiyê de akademî ji aliyê dayîka şehîd Dawid Sofî, Şama Mihemd ve hat vekirin.

Hêjayî gotinê ku şehîd Agîd Cîlo ji avakerên zimanê Kurdî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji kesên pêşeng ên ku erka fêrkirina zimanê Kurdî girte ser milê xwe, jiyana xwe hemû xiste xizmeta gelên xwe û zêdetirî 27 salan ji bo pêşxistina zimanê Kurdî kar kir.

Şehîd Agîd Cîlo di 13`ê  Sibata 2019`an, di encama qezaya tirafîkê de şehîd bûbû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din