Li herêma Cizîrê amadekariyên çinîna ceh tên kirin

Xwediyên patozan ên navçeya Til Hemîsê ji bo pêşwazîkirina mewsima çinîna ceh amadekariyên xwe dikin. Cotkarên navçeyê jî hêvî dikin ku îsal bibe sala xêr û bereketê piştî barana zêde ku li herêmê bariye.

Cotkarên herêma Cizîrê piştî gelek salan ji kêmbarîna baranê, amadekariyên çinîna hilberîna ceh dikin. Cotkar hêvî dikin ku îsal bibe sala xêrê. Her wiha xwediyên patozan alavên xwe ji bo çinîna hilberîna ceh ku her sal di dawiya meha Gulanê de pêk tê, amade kirin.

Şaredariya Gel a Til Hemîsê ya herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Çandiniyê tevahiya patozan kontrol kirin û tekez bûn ku ew amade ne da ku dest bi kar bikin. Bi taybet bikaranîna alavên agirkujiyê ji hêla xwediyên patozan ve, eger şewatek rû bide.

Komîteya Sotemenî ya Til Hemîsê sotemenî ji cureya super peyda kir. Tevî wê jî kert li xwediyên patozan belav kir da ku depoyên alavên xwe bi sotemeniyê dagirin bi buhayê 50 lîreyên Sûriyê ji her lîtreyekê re.

Cotkarê bi navê Mehmûd Ebas Meşan û xwediyê patozekê ji gundê Xermer ê gundewarên bakurê Til Hemîsê got: "Hêvîdar im mewsima îsal berhemdar be. Em niha patozên xwe sererast dikin da ku ji mewsimê çinînê re amade bin."

Hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Ebdulrehman El-Hadî  diyar kir ku wan bi koordîneya Komîteya Çandiniyê ya navçeyê, tevahiya patozên li navçeyê kontrol kirine ji aliyê xebat û pêdiviyên pêwîst ve mîna alava agirkujiyê û wiha domand: "Divê di her patozekê de alaveke agirkujiyê hebe da ku şaşiyên mewsima çinînê ya sala borî werin derbaskirin. Eger şewatek çêbû, bi hebûna alavê re xwediyê patozê dikare bi lez vemirîne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din