Li herêma Cizîrê û Firatê der barê kirîna berhemên mewsimê biryar hatin standin

Der barê pêşwazîkirina mewsima çandiniyê li bajarê Serêkaniyê civîneke berfireh hate lidarxistin, di civînê de Şirketa Pêşxistina Çandiniyê gelek biryar derxistin.

Di sala 2019`an bi destpêkirina mewsima çinînê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şirketa Pêşxistina Çandiniyê civîneke berfireh lidarxist.

Civîn ji endamên Şirketa Pêşxistina Çandiniyê, cotkarên li her du herêmên Cizîrê û Firatê, da ku plan, bername û bergiriyên bi mewsima çinîna vê salê ve pêwîst in were danîn, li saziya Çandinyê ya girêdayî bajarê Serêkaniyê ku girêdayî kantona Hesekê hate lidarxistin.  

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, nîqaş hate vekirin.

Di civînê de, amadekariyên ji bo pêşwazîkirina mewsima çinînê bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha amadekirina navendên pêşwazîkirina genim li embarên herêma Cizîrê û Firatê hate nîqaşkirin.

Di civînê de beşdaran ev biryar standin:

-Awayê kirîna hilberînan ji cotkaran hate diyarkirin, her wiha bermeh li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya 12 şirketan dê were kirin.

-Hemû cotkar dikarin hilberînên xwe bifroşin an Rêveberiya Xweser an jî rejîma Sûriyê.

-Fatoreyên hilberînan divê herî zêde di nava 20 rojan de werin Xurdekirin.

-Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka 10`ê meha Hizêrana sala 2019`anm dê hemû navendên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kirîna genim werin vekirin.

- Ji bo kirîna berhema ceh jî dê hemû navend li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka 25/5/2019`an werin vekirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din