Li herêma Cizîrê qonaxa yekemîn a qedexeya derketina derve dest pê kir

Li herêma Cizîrê vê sibê qonaxa yekemîn a qedexeya derketina derve dest pê kir û dê sibê jî qonaxa duyemîn dest pê bike.

Bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bergirî girtin, ji wan girtina dibistan, zanîngeh û girtina sînoran û çûn û hatin di navbera bajaran de rawestandin û qedexeya derketina derve.

Îro biryara sekinandina veguhastina di navbera bajaran de kete meriyetê, hemû saziyên sivîl, dibistan, gerac, erebeyên veguhastinê û deriyên sîronan hatin girtin.

Navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, rêxistinên navneteweyî, Xaça Sor, dermanxane, komîteyên dezenfekteyê, karkerên paqijiyê, firin, dikanên firotina kel û pelan, erebeyên veguhastina madeyên xwarinê, şîrê zarokan û sehrîcên veguhastina sotemaniyan nayên rawestandin.

Da ku şêniyên li derveyî bajarên xwe bikarin beriya qedexeya derketina derve vegerin bajarên xwe yan jî malên xwe, îro erebeyên veguhastinê ji wan re hatin veqetandin. Li ser vî esasî Hêzên Ewlekariya Hundirîn welatî hişyar kirin.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat destnîşan kir ku ew wek Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê beşek ji vê biryarê ne, lewma perspektîfên vê biryarê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hatin ragihandin da ku çûn û hatina erebeyan qedexe bikin.

Berekat got tenê liv û tevgereke biçûk heye, ew jî welatiyên bajarê Qamişlo yan jî herêmên din vedigerin malên xwe, ji ber ku ji sibê ve dê biryara qedexeya derketina derve bikeve pratîkê û tenê ji bo rewşên awarte derketin heye.

Kenan Berekat bal kişand ser ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatine agahdarkirin, heke kes an sazî biryarên Rêveberiya Xweser a derketina derve binpê bikin, ew ê werin cezakirin. Kenan Berekat banga pêşîlêgitina belavbûna nexweşiyê kir û bi bîr xist ku divê ew parastina xwe bikin û zêde negerin.

Berpirsê bendên kontrolê yên bajarê Hesekê Îbrahîm Mihemed jî got wan li bajarê Hesekê ji îro ve biryar xistine meriyetê û bi vê yekê parastina silametiya welatiyan dikin.

Îbarhîm Mihemed bang li welatiyan kir ku xwe biparêzin.

Endama geraca bajarê Hesekê Xisûn Hemed El-Hac jî wiha axivî: "Li ser esasê biryara Rêveberiya Xweser dê çûn û hatin qedexe bibe, lewma me tevgera basan li bajêr sekinand.”

Xisûn ji welatiyan hêvî kir ku der barê vê biryarê de bji wan re alîkar bin û Ii malên xwe bimînin da ku parastina tenduristiya xwe bikin.

Her wiha erebeya Meclisa Qamişlo li hemû kolanên bajêr geriya û welatî hişyar kirin da ku ji malên xwe dernekevin û parastina xwe ji vîrusê bikin.

eh

ANHA


Mijarên Din