Li herêma Cizîrê turnoveya 30’î destpê kir

Îro turnoveya 30`î ji turnoveya Newroz a footbolê destpê kir. Tê zanîn ku ev turnove li herêma Cizîrê kevntirîn turnove  ye û ji aliyê kesên di beşê footbolê de li herêmê,  pispor in hatiye tevgerkirin.

Li herêma Cizîrê turove xwedî girîngiyek mezin e, her wiha turoveyeke ku bi sedan ji pêkhateyên herêmê beşdar dibin.

Hêjayî gotinê ku turnove  çalakiyên xwe yên ku di meha Nîsanê de  li dar dixin, dervî sala 2004`an ku bi raperîna Qamişlo tê naskirin didomînin.

Turnove bi beşdariya hemû tîmên pispor ên li herma Cizîrê ne ku ji pêkhateyên Ereb, Suryan û Kurd pêk tê hatiye avakirin. Turnove xwe dipêrin pergala derxistina tîma ku bi binkeve.

Girîngiya turnoveya Newroz

Turnoveya Newroz li herêmê  xwedî girîngiyeke û armanca ji turnoveyê ew e, ku footbool di nava hemû pêkhateyên herêmê de bibe pêlîstoka sereke. Her wiha wekî destpêka cejnên Biharê yên wekî cejna Newrozê û cejna Akîto.

Çawa turnove xwe tevger dike?

Hejmarek ji kesên pispor û rahêdêrên beşa footboolê her sal,  di destpêka meha Sibatê de civînek xwe da ku pergala ji tîm û turnoveyê re amade bikin lidar dixînin.Tê zanîn ku gundên navçeya Tirbesipiyê di nava pêşbaziyekê de ne, ji ber vê yekê li cihê turnoveyê hilbijartinên dengdayînê tên kirin. 

Têkildarî mijarê yek ji endamên turnoveya Newroz Abdulmecîd Xelîl diyar kir ku destpêka derketina turnoveya ji 1988`an de ye û wiha pê de çû:"Îro jî turnoveya 30`î li yarîgeha/ stata şehîd Sebrî ya li gundê Eotelêcê ya girêdayî navçeya Tirbesipiyê tê lidarxistin. Turove bi beşdariya turnoveyên pispor ên li herêma Cizîrê tê lidarxistin".

Di berdewama axaftina xwe de Abdulmecîd wiha anî ziman, komîte bi hemû pêwîstiyên turnoveyê radibin, ji amadekariyên lîstikin, amadekirina kesên pispor û xelatkirina kesên dê biserbikevin. Endamê Turoveya Newroz diyar kirin ku 24 tîm dê beşdarî tirnoveyê bibin.

Piştî bi dawîkirina turnoveyê 8 tîm beşdarî pêşbaziya turnoveya ku dê li yarîgeha gundê Kîşk a girêdayî navçeya Girkê Lêgê were lidarxistin bûn.

(eh)

ANHA


Mijarên Din