Li herêma Cizîrê xebatek mezin ji bo bilindkirina asta perwerdê

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê hemleyeke berfireh ji bo sererastkirina dibistanan kirin. Heman demê de hemû mamoste derbasî perwerdeyên amadekariya sala xwendinê ya nû kirin. Her wiha meteryalan ji bo xwendekarên refa 11 amade dikin û bi Zanîngeha Rojava re plan dike ku peymangehên bilind vebikin.

Li herêma Cizîrê 2 hezar û 450 dibistanên seretayî, navîn û amadeyi hene. Dê di sala xwendinê ya sala 2019/2020 zêdetirî 224 hezar û 700 şagirtên ji hemû pêkhateyên li herêma Cizîrê himbêz bike û dê 2 hezar û 450 mamoste wan perwerde bikin.

Desteya perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê sîstema xwendinê ser bingeh û rêgezên Netewa Demokratîk dimeşîne. Desteyê 3 metereyalên xwendinê bi 3 zimanan Kurdî, Erebî û Sûryanî dide. Her xwendekarek bi zimanê xwe yê dayîkê li gorî rêgezên Netewa Demokratîk dixwîne.

Bi dawîbûna sala xwendinê ya 2018/2019 desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê bi hemû ked û hêza xwe dest bi sererastkirina dibistanan kir. Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê yê herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo wiha got: "Ji bo sala nû ya xwendinê, desteyê dest bi hemleya sererastkirin dibistanan kir."

Ebdo îşaret bi avakirina buroya lêkolîn û planan ji bo rêxistinkirina çalakiyên sererastkirina dibistanan, kir.

Dewreyên perwerdê ji bo amadekirina mamostan ji bo sala xwendinê

Ebdo destnîşan kir ku hemû mamosteyên li herêma Cizîrê bi rêya peymangehên perwerdê yên li bajar û navçeyên herêmê, derbasî perwerdeyê bûn û wiha got: “Di dewreyan de rê û rêbazên xwendinê û biranş tê dayîn. Perwerde bi awayekî baş dimeşe û armanc jê amadekirina mamosteyan ji bo sala xwendinê ya nû ye. Desteya Perwerde û Fêrkirinê hewl dide ji kêmasiyên ku sala çûyî de derketin çareser bike. Hemû gerînendeyên li herêma Cizîrê bi kadroyekî pispor ên perwerdê hatine xurtkirin da ku perwerdeyên tên dayîn biserkeftî derbas bibin.”

Mihemed Salih Ebdo destnîşan kir ku piştî ku hin guhertin di têbiniyan de ji aliyê pisporan ve hatin kirin,  pirtûkên xwendinê yên sala 2019/2020 tên çapkirin. Her wiha Ebdo diyar kir ku meteryalên xwendinê ya refa 11 tê amade kirin û kadroyekî perweredê ji bo vê pêvajoyê hatiye diyarkirin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo da xuya kirin ku wan bi Zanîngeha Rojava re plan kir da ku fakulte û peymangehên nû di sala xwendinê ya 2019/2020 vebikin. Ebdo got: “Tê payîn ku peymangeha bilind a enduzyariya Mîkatron (enduzyariya ilktironî û mîkanîk) bê vekirin, her wiha peymangeha bilind a enduzyariya medenî û emara (lêkirinê) û peymaneha taybet ji bo wergera Ingilîzî bê vekirin.”

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din