Li herêma Firatê hejmareke telefonê ji bo rewşên awarete hate diyarkirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê xeteke telefonê ji bo rewşên awarte veqetand.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya derketina derve ragihand û ji saet 6:00’ê sibê de dest pê kir.

Li herêma Firatê Desteya Tenduristiyê ji bo rewşên awarte xeteke telefonê diyar kir.

Dema rewşên awarte çêbûn an pêwîstî bi alîkariyê çêbe, şêniyên herêma Firatê dikarin li vê hejmarê bigerin:

0991126024

eh

ANHA


Mijarên Din