Li herêma Firatê mazot tê belavkirin

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Firatê dest bi belavkirina madeya mazotê ya ji bo demsala zivistanê li şêniyan kir.

Gerînendetiya Sotemeniyê duh dest bi belavkirina beşa yekemîn ji madeya mazotê ya ji bo demsala zivistanê kir. Her malbatek 300 lître mazotê digire.

Piştî ku kartên taybet ên girtina mazotê (600 lître) hatin wergirtin, belavkirina mazotê dest pê kir. Destpêkê dê 300 lître wek beşa yekemîn were belavkirin paşê dê 300 lîtreyên din piştî ku belavkirina beşa yekemîn bi dawî bibe, were belavkirin.

Malbatên li herêma Firatê ku madeya mazotê dê li wan were belavkirin, hezar û 67 malbat in.

Di roja yekemîn a ji belavkirina madeya mazotê de hezar û 600 lître bi buhayê 75 lîreyan hat belavkirin. Ev buha roja şemiya derbasbûyî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate diyarkirin.

Gerînendetiyê diyar kir ku li tevahî herêma Firatê dê 68 milyon lître mazot li şêniyan were belavkirin, hê 38 hezae lître li kantona Kobanê.

Li gorî biryara Rêveberiya Xweser malbatên şehîdan bê pere madeya mazotê digirin.

Serokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Firatê Mesûd Bozî diyar kir ku ji ber parzûnkên sotemeniyê yên sivîlan mazot û benzîn li gel wan kêm e û got parzûnkên girêdayî Rêveberiya Xweser pêdiviyên şêniyên herêmê ji sotemeniyê pêk nayne. Bozî destnîşan kir ku li gorî xwestekên wan ew mazotê werdigirin û ji ber wê jî alozî di kolanan de çêdibe.

Bozî diyar kir ku pêwîstiya herêma Firatê bi 68 milyon lître mazotê ji bo zivistanê heye.

Der barê belavkirina madeya mazotê li cotkaran de Mesûd Bozî diyar kir ku ew ê mazotê li gorî xwestekên Komîteya Aborî û Çandiniyê belav bikin.

Berdevkê Komîteya Aborî ya Kantona Kobanê Xelîl Şêx Muslim diyar kir ku pêwîstiya wan bi 2 milyon lître mazotê heye.

Komîteya Aborî amadekariyan dike da ku mazotê li cotkran belav bike. Miqdarên ku werin belavkirin, hatine diyarkirin. Dê ji her hektarekê re ji 20-70 lître ji zevî û baxçeyan re mazot were dayîn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din