Li herêma Firatê pirsgirêka qutbûna kehrebê çareser dibe

Mûdîriyeta Kehrebê ya herêma Firatê taransek bi hêza 125 MVA danî da ku pirsgirêka qutbûna kehrebê li herêmê derbas bike.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna kehrebê li herêmê Mûdîriyeta Kehrebê ya Herêma Firatê taransê kevn bi yekî bi hêztir û nû guhert.

Mûdîriyeta Kehrebê neçar dima kehrebê  bi saetan li ser tevahî herêma Firatê qut bike da ku barê li ser taransa kevin ê li ser bendava Tişrînê ku vedigere 10 saln sivik bike.

Şênî ji ber lawazbûna kehrebê gazinc dikirin ku alavên wan ên li ser kehrebê telif dibin û nikarin gelek xebatên ku pêwîstî bi kekhrebeyake  xurt heye pêk bînin.

Bi danîna tarnasê nû re pirsgirêka lawazbûna kehrebê li herêmê çareser dibe.

Siwarkirina taransê nû ku hêza wê 125 MVA e hefteyekê dewam kir û duh bi dawî bû.

Hevserokê Mûdîriyeta Kehrebê ya herêma Firatê Mihemed Xan Elî diyar kir ku pirsgirêka bi salan bi saya taransê nû çareser bû.

Mihemed Xan Elî her wiha destnîşan kir ji bilî pirsgirêka kêmbûna asta avê, ti pirsgirêkên qutbûna kehrebê nema.

Mûdîriyeta Kehrebe hewl dide heta havînê xetên kehrebê yên li herêmên başûrê kantona Kobanê çaksz bike, ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ‘ê ziyan dibûn.


Mijarên Din