Li herêma Firatê piştî yekem nexweşê Koronayê, biryarên nû

Piştî ku nexweşê yekem ê Koronayê li kantona Kobanê hat belgekirin,  Rêveberiya Xweser li herêma Firatê îro biryarên nû dan.

Îro Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 nexweşên (covid-19) li herêmên Reqa, Hesekê, Qamişlo û Kobanê belge kirin. Bi vê yekê hejmara nexweşan dibe 86`an û jê  mirine.

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koroanvîrusê, Rêveberiya herêma Firatê komeke tedbîr û biryarên nû dan.

Di biryarnameyê de hate gotin:

Ji ber belgekirina nexweşê Koronavîrusê li navenda navçeya Şêranê ya bajarê Kobanê, divê hişyarbûn û têgihîştina civakê di asteke bilindtir de be. Divê pîvanên dûrbûna civakî û tedbîrên xweparastinê û paqijiya giştî bên dîqetkirin, da ku pêşî li karesateke tenduristiyê ku jiyana şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixe xeteriyê, bê girtin. Lewra em bang li gelê herêma Firatê dikin ku biryar û tedbîrên Şaneya Aloziyê pêk bînin.

Biryarên Şaneya Aloziyê:

-Ketin û derketina ji herêma Firatê û ber bi herêmê ve qedexe ye. Tenê rewşên nexweşiyên giran, madeyên tenduristîû stêrên petrolê, madeyên xwarinê û rêxistinên mirovî ji biryarê pê bar in.

-Li tevahî holan şahî, holên werzîş, qehwexane, parkên giştî û taybet kombûn qedexe ye.

-Xwaringeh tenê li ser pêkanîna xwestekên derve û li gorî şertên aştiya giştî dixebitin.

-Lidarxistina baweriyên olî li cihên perestgehan mîna nimêj û mewlûdan qedexe ye.

-Lidarxistina konê sersaxiyê qedexe ye.

-Serdana li nexweşxane û girtîgehan qedexe ye.

-Xebata perwerdê li tevahî dibistan, dayîngeh, baxçeyên zarokan, peymangehên taybet û akademiyan qedexe ye.

-Hejmara karkeran li saziyên Rêveberiya Xweser li gorî pêwîstiyê tê kêmkirin. Ji bilî saziyên ku karên wan her tim pêwîst e.

Ev biryar ji dema derketina wê û heta 18.08.2020’an pêk tê.

(cx-fr)

ANHA


Mijarên Din