Li herêma Firatê qedexeya derketina derve ji bo 5 rojan radibe

Şaneya Aloziyê ya herêma Firatê ji bo rakirina qedexeya derketina derve ya giştî li herêmê ji bo 5 rojan biryarnameyek derxist. Rakirina qedexeyê roja pêncşemê dest pê dike û roja duşemê bi dawî dibe.

Piştî ragihandina qedexeya giştî li herêmê di 15`ê vê mehê de, biryarameyek ji bo rakirina qedexeya giştî tenê heta 5 rojan hate derxistin.

Rakirina qedexeyê roja pêncşemê dest pê dike û roja duşemê bi dawî dibe.

Di 5 rojên rakirina qedexeyê de, dikanên madeyên xwarinê, dikanên pîşesazî, rêxistinên mirovî, stasyonên sotemeniyê dê bên vekirin. Dê saziyên din jî li gorî biryarnameya berê girtî bimînin. Her wiha hemû rengên kombûnan, xwaringeh, park, qehwexane û cihên sporê di dema rakirina qedexeyê de girtî bimînin.

Piştî bidawîbûna dema rakirina qedexeyê, dîsa qedexeya derketinê ya giştî heta 10 rojan dikeve meriyetê. Roja sêşema bê dest pê dike û roja pêncşemê (10`ê mehê) bi dawî dibe.

Şaneya Aloziyê di biryarnameyê de wiha got: “Li gorî daneyên fermî yên Desteya Tenduristiyê, rêjeya pêketiyên vîrusê ji 111 kesan daket 28 kesan, her wiha rêjeya mirinê ji ber vîrusê ji 28`an daket 4 kesan.”

Şaneya Aloziyê piştrast kir ku ev yek diyar dike ku qedexeyê bi rêjeyeke mezin rê li belavbûna vîrusê girt. Her wiha şêniyên herêma Firatê ji ber pêkanîna biryara qedexeyê, spas kir.

(cx)

ANHA


Mijarên Din