Li herêma Firatê rewşa Gerînendetiya Çandiniyê

Gerînendetiya Çandiniyê bi hevkariya şaredariyan û aliyên têkildar ji bo ku pêşî li rûdana şewatan di nav zeviyên herêma Firatê de bigirin, hinek tedbîr girtin. Tevî wê jî hîna şênî ji ber ku tedbîr kêm in, bi gazinc in û ditirsin senaryoya sala borî careke din dubare bibe.

Bi destpêkirina mewsima çinînê re ruxmî ku saziyên têkildar gelek tedbîr li pêşberî şewatan girtine, lê cotkar dibêjin ev tedbîr hindik in û ditirsin ku senaryoya sala borî dubare bibe.

Gerînendetiya Çandiniyê û Şaredariya Kobanê di vî warî de hinek tedbîr girtin. Beşa agirvemirandinê ya girêdayî Şaredariya Kobanê amadekariyên xwe temam dike. Berpirsê beşê Eladîn Ismaîl got: “Li cem me niha 4 erebeyên agirvemirandinê hene. Ev hejmar li gorî rûbera zeviyan kêm e.”

Îsmaîl bang li aliyên têkildar kir ku 4 erebeyên din ji wan re peyda bikin. Her wiha destnîşan kir ku hêzên leşkerî di sala borî de alîkariya wan kirin û şewat vemirandin. Ji ber ku hejmara pêwîst ji erebeyan li cem wan nîn bû.

Li gorî agahiyên ku ANHA`yê ji berpirsên têkildar bi dest xistine, li ser asta herêma Firatê 15 erebeyên agirvemirandinê hene. Ev erebe li ser şaredariyên herêmê bi îstisna hinek şaredariyên ku tu erebe li cem wan nîn in, hatine belavkirin.

Şaredariya Gel a Kobanê jêderên avê li hinek gundan ava kirin da ku dûrbûnê kurt bike û erebeyên agirvemirandinê avê ji wir tijî bikin.

Cotkarê bi navê Sidqî Ebdulkerîm ê ji gundê Îdoqî li başûrê Kobanê ji ANHA`yê re got: "Di sala borî de me zirarên pir mezin dîtin. Ji ber ku tedbîrên pêwîst nehatibûn girtin. Em bi hêvî ne ku ev tişt îsal dubare nebe.”

Ebdulkerîm bang li xwediyên erebeyan û kesên di ber zeviyan re diçin û tên, kir ku dûvikên cigareyan neavêjin erdê.

Cotkarê bi navê Nizam Mihemed Mamo got: “Gerînendetiya Çandiniyê û şaredarî soz dan şêniyan ku bûyera sala borî careke din dubare nebe. Lê heta niha tu alî dermanên sojer li şînatiyên li ser aliyên rêyan nereşandine.”

Gerînendetiya Çandiniyê dermanên sojer tenê li ser aliyên hinek rêyên sereke reşandibûn. Lê cotkar dibêjin ku gerînendetî di vê mijarê de dereng maye. Divê ew şînatî dema hilberîn şîn bûn, bireşandana. Niha aliyên rêyan tijî şînatî bûne û dibe di kijanê kêliyê de agir pê bikevin.

Di sala borî de zêdetirî hezar û 400 hektar zevî li herêma Firatê şewitîn. Heta niha sedemên wan şewatan ne diyar in.

Di demek berê de Gerînendetiya Çandiniyê ya Kobanê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî, meclis û şaredariyên Kobanê re civiya. Di wê civînê de hate destnîşankirin ku pêwîst e her aliyek erkên xwe bîne cin û cotkaran zana bikin ji bo ku rolekê bilîzin û zeviyên xwe ji şewatan biparêzin.

Berdevkê Komîteya Aborî ya Kantona Kobanê Xelîl Şêx Muslim got: "Rola bingehîn a welatiyan e, ger şewatek rû bide agahiyê bidin komîteyê."

Şêx Muslim diyar kir ku kêmasî di amûrên beşa agirvemirandinê de hene. Lewar rêveberiyê biryar da, sotemenî ji welatiyên ku dixwazin alîkariyê bikin, pêşkêş bike. Da ku diraktor û amûrên wan di veguhestina avê de bikar bînin. Di dawiyê de Şêx Muslim bang li ajokaran kir ku duvikên caxireyan navêjin nav zeviyan û destnîşan kir ku pêwîste hemû hişyar bin da ku nebin sedema pêkhatina şewatan.

Hinek şaredariyên herêmê belavok li şêniyan belav kirin bi armanca ku wan di vî warî de hişyar bikin.

Mewsima çinînê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li herêmên başûrê Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê dest pê kiriye. Lê mewsima çinînê li herêmên bakurê Kobanê û gundewarên wê ji ber rewşa hewayê dê piştî çend rojan dest pê bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din