Li herêma Firatê tedbîrên pêwîst ji bo vîrusa Korona têne girtin

Desteya Çandê ya Herêma Firatê îro dest bi hemleya hişyariyê kir da ku şêniyan der barê çawaniya parastina ji vîrusa Korona de agahdar bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên pêwîst ji bo vîrusa Corona li herêmê belav nebe, digire û heta niha tu kes bi vê vîrusê neketiye.

Di vê çarçoveyê de Desteya Çandê ya Herêma Firatê îro dest bi hemleya hişyariyê li bajarê Kobanê kir. Di hemleyê de belavok li taxên bajêr belav kirin û şênî di vê derbarê de hişyar kirin da ku vîrus belav nabe.

Desteyê di belavokên xwe de şênî hişyar kirin ku neçin rûyê hev û destên hev negirin, li cihên qerebalix kom nebin, destên xwe her du saetan carekê bişon.

Ev hemleya duyemîn piştî hemleya ku ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya herêmê ve hatibû destpêkirin bû. Desteya Tenduristiyê tekez kir ku li herêma Firatê tu kes bi vîrusa Koronayê neketiye.

(bx)

ANHA


Mijarên Din