Li herêma Keramayê eleqeya ji bo firina jinan

Li herêma Kerama ya girêdayî Reqayê, firinek a nanê sêlê ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Şêniyên herêmê eleqeyek mezin nîşanî firinê didin.

Rêveberiya Jinan a herêma Kerama ya girêdayî bajarê Reqayê, bi armanca pêşxistina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji wan re, projeyan pêşkêş dike.

Rêveberiyê di 2‘ê Îlona îsal de firinek nanê sêlê li ber navenda Meclisa Jinan a herêma Keramayê vekir. Ev firin a yekemîn e ku ji aliyê jinan ve tê birêvebirin. Şêniyên ji gundewarên rojhilatê bajêr jî berê xwe didin vê firinê.

Rêveberiya Jinan bi hevkariya Komîteya Çandinî û Aborî ya Meclisa Sivîl a Reqayê destek da vekirina firinê û ard pêşkêş dike.

Di firinê 8 kes li gorî du danan dixebitin. Danê sibehê ji saet 05:00’an heta 13:00‘an û piştre jî ji  saet 14:00’an heta 17:00‘an, firin dixebite.

Firin,  di demeke kurt de eleqeyek mezin ji şêniyan qezenç kir.  Rojane zêdetirî hezar û 500 kîs nan derdixîne, her kîsek bi 200 lîreyên sûrî tê firotin. Xebatkarên firinê  dawiya mehê qezenca berhem di nav xwe de par dikin.

Endama Rêveberiya Jinan a herêma Keramayê Sewsen El-Xelef girîniya vekirina vê projeyê wiha vegot: “Di nava hefteyekê de, şêniyan eleqeyek mezin nîşanî nanê firinê dan. Ev firine derfetên kar ji jinên  ku nikarin di warên din de bixebitin, peyda kir."

Sewsen anî ziman ku destekê didin projeyên jinan ên li herêma Kerama û gundewarên wê.

Rêveberiya Jinan beriya du mehan li herêma Reqa Semra projeya baxçeyên sergirtî vekirbû.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din