Li Herêma Kurdistanê serok beriya hilbijartinan eşkere ye

Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê piştî 225 rojên hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê, deriyê serlêdana namzetiyê ji bo wezîfeya serokatiya Herêma Kurdistanê vekir. Lê hêzên siyasî li hev kiriye ku Nêçîrvan Barzanî bibe serok.

Di civîna Desteya Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya îro de, ji bo serlêdanên namzetiya serokatiya Herêma Kurdistanê, 3 roj dem hate diyarkirin. Di nava van 3 rojan de kesên bixwazin bibin namzet, dikarin serlêdanê bikin.

Ajansa Rojnews ragihand ku li gorî biryarê kesên ku dixwazin bibin namzet, divê temenê wan ji 40 saliyê kêmtir nebe, welatî û niştecihên Kurdistan-Iraqê bin.

Li gorî yasaya hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistanê ku berî çend rojan ji aliyê piraniya parlamenteran ve hate erêkirin, kesê/a bibe serok, ger nexwendî be û dîploma jî tune be, dibe.

Tê zanîn ku wezîfeya serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo serokwezîrê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatiye veqetandin. Piştî ku serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin, divê kesekî/ê ji bo avakirina hikûmetê erkdar bike. Erka serokwezîriya Herêma Kurdistanê jî ji bo pismamê Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî hatiye veqetandin.


Mijarên Din