Li herêma Mexmûrê 6 çete hatin kuştin

Iraqê ragihand, di êrîşa balafirên Hevpeymana Navnetewî de, 6 çeteyên DAIŞ’ê li herêma Mexmûrê hatine kuştin.

Navenda Ragihandina Ewlekarî ya Iraq di daxuyaniyekê de diyar kir ku, bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Hevpeymana Navnetewî, li sînorê navçeya Mexmûrê operasyonek li dijî DAIŞ’ê pêk hat.

Li gorî daxuyaniyê komek çeteyên DAIŞ’ê li çiyayê Qereçoxê ji aliyê Fermanariya Operasyonên Nînova yê ve hatine dorpêçkirin. Piştî çete hatin dorpêçkirin, balafirên şer ên hevpeymanê li nêzî Mexmûrê çeteyan bombebaran kirine. Li gorî heman çavkaniyê di êrîşê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Hat gotin hêzên ewlekariyê 4 termên çeteyan bi çekên wan ve desteser kirine.


Mijarên Din