Li herêma Serêkaniyê meşa şermezarkirina gefên dagirkeriyê

Tevgera Jinên Ciwan û Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star bi meşekê gefên Tirkiyê û hedefgirtina ewlehiya herêmê şermezar kirin. Her wiha tekez kirin ku dewleta Tirk bi gefên xwe têkbirina projeya demokratîk û jiyana hevpar a herêmê armanc dike.

Bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin` Tevgera Jina Ciwan bi koordîneya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star îro meşek lidar xistin. Armanca meşê şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Bi sedan endamên Tevgera Jinên Ciwan û Kongreya Star a her du kantonên Qamişlo û Hesekê beşdarî meşê bûn.

Meş ji gundê Elûk li rojhilatê bajarê Serêkaniyê destpê kir, piştî qutkirina 10 km li ber konê çalakiya mertalên zindî ya li ser sînor bi dawî bû. Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Komîteya Perwerdeyê tevî pankartên bi nivîsên `Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin` hildan.

Li ber konê çalakiyê berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîhan Loko daxuyanî da raya giştî. Daxuyanî wiha ye:

`Em gefên dewleta Tirk û hedefgirtina ewlehiya herêmên me şermezar dikin. Di van demên dawîn de asta gefên dewleta Tirk zêde bûne. Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorên Bakurê Sûriyê bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, hejandina ewlehiya herêmê û jiyana hevpar a di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê de kom dike.

Dewleta Tirk bi çavê tirs û xofê li destkeftiyên gelê me yên li Rojava dinêre û ditirse ku bayê azadiyê bighêje Bakurê Kurdistanê. Ji ber wê hikumeta Erdogan hewl dide destkeftiyên gelê me yên ku bi saya keda ciwanên me hatine bidestxistin têk bibe.

Ne tenê ew, AKP dixwaze herêmên ku destê wê dighêjinê parçe bike, tevliheviyê belav bike û nakokiyan kurtir bike. Da ku ajandeyên xwe li ser hesabê gelên herêmê û hêviyên wan pêk bîne.

Lewra wek Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star û Jinên Ciwan em tekez dikin ku diyalog çareseriya herî aştiyane ye ji aloziyê re. Di heman demê de em van helwestan şermezar dikin. Em bang dikin ku girîngî ji kedên çareseriyê û ewlehiyê bên dayîn. Em bang li raya giştî ya cîhan, NY, Yekîtiya Ewropayê û tevahiya aliyên ku dixwazin çareserî û ewlehî li Sûriyê pêk were dikin ku helwestên diyar nîşanî binpêkirinên dewleta Tirk bidin.

Em careke din bi tundî binpêkirin û sûcên ku li dijî gelê Kurd li Efrînê li ber çavên civaka navdewletî û bêdengiya wê pêk tê şermezar dikin.

Di dawiyê de em tekez dikin ku em ê destkeftiyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin sîwana rêveberiya demokratîk a rastîn de biparêzin. Ev rêveberî wek bingehek girîng ji çareseriyê re li Sûriyê tê hesibandin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din