Li herêma"qaşo bêçek"hêzên rejîmê êrîş birin ser nuqteyeke Tirkiyê

Bi zêdebûna hejmara hêzên dagirkeriya Tirkiyê li herêma"qaşo bêçek" e re, vê sibê hêzên rejîmê nuqteyek dagirkeriya Tirkiyê li gundê rojavayê Hemayê Şêrmigar topebaran kir.

Vê sibê karwanekî nû ji dagirkeriya Tirkiyê bi rêya dergeha Xerbê El-Coz ku dikeve ser sînorê Lîwaa Îskenderon, derbasî xaka Sûriyê bû. Karwan ji zêdetirî 10 wesayitan pêk dihat û gihîşt nuqteya ku Tirkiyê li Iştibraq a girêdayî bejahiya Cisir El-Şixûr dagirkiriye.

Têkildarî derbasbûna karwan re, vê sibê hêzên rejîmê bi moşekan êrîş bir ser gundê Şêrmigar.Di encamê de çend top li nuqteya Tirkiyê û derdora wê ketin.

Tê zanîn ku topbebarana rejîmê ji nuqteyên dagirkeriya Tirkiyê re, piştî ku çeteyên Tirkiyê duh bi balafir û moşekan êrîş birin ser barageha Himêmîm , pêk hatiye.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din