Li herêmên “bê çek” 48 kuştî û birîndar hene

Li herêma qaşo bê çek, di topbarana navbera hêzên Rejîmê û çeteyên Tirkiyê de 48 sivîl kuştî û birîndar hene.

Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku ji îro sibehê ve, di navbera  hêzên Rejîmê û çeteyan de topbaran çêbûye. Hêzên Rejîmê bajarokê El-Nirîb ê li bejahiya rojhilatê Idlibê û bajarokê Sirqab û gundê El-Xiwîn topbaran kirine. Di encamê de  9 kes, di nav de jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha komên çeteyên ên Tirkiyê û li bejahiya bakurê Hemayê dimînin, îro sibehê bi mûşekên herêmên derdora bajarê Misyaf rojavayê Hemayê ku di bin serweriya hêzên Rejîmê de ye topbaran kir. Di encamê de 4 kesî jiyana xwe ji dest dan û 10 birîndar bûn.

Di topbarana bejahiyê de derdora 35 kes birîndar bûn, birîna hin ji wan giran e.

Ji Îlona 2018`an heta niha, 283 sivîlan di nav de 97 zarok û 58 jin li herêma ’bê çek’ li gorî jiyana xwe ji dest dan e.

Tirkiyê şertên hevpeymana bi Rûsya ya vekişandina çekên giran û çeteyan ji herêma ’bê çek’ pêk neanî, vê yekê jî hişt ku Rûsya her tim bêje Tirkiyê hevpeymanê pêk neaniye.

(jo)


Mijarên Din