Li herêmên bê çek şer giran e, sivîl dibin qurbanî

Piştî têkçûna agirbestê, şer di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên Tirkiyê li herêma bi navê "Bê çek" dewam dike.

Şer di roja 4 li derdora Kebanê li çiyayê El-Ekrad li gundewarê bakurê Laziqiyê di navbera komên çete yên Tirkiyê û hêzên rejîmê de didome, di demeke ku rejîm di aliyê bejahî de bipêş dikeve.

Şevê din şer di navbera herdu aliyan li derdora gundê Hakurê li Sehil El-Xab bakur rojavayê Hemayê derket, li gorî ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê belge kir.

Her wiha hîna di xetên nû di navbera aliyê başûrê gundewarê Idlibê û bakurê gundewarê El-Hemewî şerê qut qutî rû dide û topbarên dijwar di navbera herdu aliyan de rû dide.

Hêzên rejîma Sûriyê piştî bombebarana giran duh bajarokê Hebîd başûrê Idlibê kontrol kir, di demeke ku Xan Şêxûn li gundewarê Hemayê dorpêçe kiriye.

Der barê mijarê de, çeteyên Tirkiyê gelek mûşek avêtin herêmên di bin serweriya hêzên rejîmê li gundewarê parêzgeha Laziqiyê û bajarokê Selnifê û derdora wê kir hedefa xwe, lê encamên bombebaranê nehat zanîn.

Her wiha balafira şer ên rejîmê şeva yekşem û duşemê 33 bermîlên teqemeniyê avêtin Ernîbê, Abdîn û derdora wê, Mexer El-Hentê, Şêx Mistefa, Neqîr, Rekaya, Merdem, Um Zeytûnê, Kefer Eyn, Temanê, Xan Şêxûn û Til As li başûrê gundewarê Idlibê.

Balafirên şer ên Rûsya jî Temanê, Şêx Mistefa û Xan Şêxûn başûrê Idlibê û derdora El-Aliyê rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Balafirên şer ên rejîmê jî zêdetirî 20 caran herêmên li Xan Şêxûn, Şêx Mistefa, Abdîn, Kefer Eyn û Temanê gundewarê başûrê Idlibê û herêmên din li gundewarê bakurê Hemayê bombabaran kir.

Hêzên rejîmê zêdetirî 280 top avêtin gundewarê başûr û başûrê rojhilatê Idlibê û çiyayên Sahil.

Beriya niha hêzên rejîmê piştî ku agibesta ku di civîna 13 a Astana hate erêkirin binpê bû, êrîşên xwe li herêmên "Herêmên bêçek" dest pê kirin û hêzên rejîma Tirkiyê tewanbar kir ku çeteyên xwe li Idlibê tevger dike.

Her wiha serçeteyê Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) Ebo Mihemed El-Colanî ragihand ku ew ji herêma bi navê "Bê çek" venakişin.

Di bombebarana di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, di nav de zarokek bi bombebarana balafirên rejîmê ser bajarokê As gundewarê başûrê Idlibê û kesên din bi bombebarana balafirên Rûsya ser bajarokê Hezarîn û Temanê gundewarê başûrê Idlibê.

Her wiha 45 çeteyên Tirkiyê di bombebarana asmanî û bejahî û di şerê bi hêzên rejîmê li derdora gundewarê başûr û başûr rojhilatê Idlibê, hatin kuştin.

Ji hêzên rejîmê jî 24 leşker di topbaran û şerê bi çeteyên Tirkiyê re li derdora gundewarê başûr û başûr rojhilatê Idlibê hatin kuştin.

(jo)


Mijarên Din