Li herêmên "bê çek" topbaran didome

Li herêmên "bê çek" topbarana dijwar di roja 50`yî de didome.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku topbarana hewayî û bejahî li ser bejahiya Hema û Idlib dewam dike.

Balafirên şer ên rejîma Sûriyê ji saetên sibê ve herêmên derdora bajarê Idlib, bajarê Xan Şêxûn, Kefer Sicne, Hîş, şêx Mustefa, Meret Herme, Has û derdora wê, Ehsem, Cebel Erbîn, Hereş Bisinqûl, Misîbîn, Kersa yên bejahiya başûrê Idlibê bomebaran kir.

Her wiha hêzên rejîma Sûriyê ji şevê din ve û heta van kêliyan zêdeyî 200 caran deverên ji aliyê başûrê bejahiya Idlibê û deverên din ji bejahiya bakurê Hemayê û bakur rojavayê Hemayê bi moşekan topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di nava 50 rojên şerê dijwar li herêmên bê çek belge kir ku ev herêm zêdeyî 36 hezar û 505 caran hatiye topbaran û bomebaran kirin.

Balafirên şer ên rejîmê 38 û 807 caran bomebaran pêk anî.  Helîkopterên rejîmê 3 hezar û 192 bermîlên teqemenî avêtin. Balafirên Rûsya hezar û 397 caran bomebaran kir. Hejmara derbeyên moşekan zêdeyî 28  hezar û 110 top û moşek. Herî zêde derbeyên hewayî û moşekan li ser herêmên cûda yên Heleb, Laziqiye, Hema, Idlib û bejahiya bakur û bakur rojavayê Hemayê bûn. Di encama wê de zêdeyî 30 hezar sivîl koçber bûn.

Hejmara sivîlên ku ji destpêka şerê li herêmên bê çek ji 30`ê Nîsanê heta roja Sêşemê, bûye 447 ji wan 108 zarok û 94 jin in.

(bx)


Mijarên Din