Li herêmên bêçek di êrîşên Rûsya û rejîmê de 544 sivîl hatin kuştin

Komên mafnasiyê yên ku qurbaniyên şoreşa Sûriyê dişopînin, tekez kir ku ji destpêka êrîşa hêzên rejîmê ve ku bi serkêşiya Rûsyayê ne, li herêmên qaşo bêçek ên li bakurê rojavayê Sûriyê herî kêm 544 sivîl hatin kuştin û zêdetirî 2 hezarî jî birîndar bûne.

Toreya Mafên Mirovan a Sûriyê ya ku windahiyan dişopîne û raporan ji ajansên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) re pêşkêş dike, got di encama  êrîşên bi balafirên Rûsyayê û hêzên rejîma Sûriyê de, 544 sivîl hatine kuştin, di nav wan de 130 zarok hene û 2 hezar û 117 kes jî birîndar bûne.

Serokê Tora Mafên Mirovan a Sûriyê Fedil Abdulxenî ji Reutersê re got artêşa Rûsyayê û hevalbenda wê rejîma Sûriyê sivîlan bi zanebûn dikin armanc û hejmareke mezin ji nuqteyên tenduristiyê rastî bombebaranê hatin.

Di 26`ê meha Nîsanê de balafirên şer ên Rûsyayê tev li hêzên rejîmê bûn û mezintirîn êrîşa li ser herêmên girêdayî parêzgeha Idlibê ku çeteyên Tehrîr El-Şam lê serwer in û bakurê Hemayê pêk anîn.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ku navenda wê li DYA`yê ye, li gorî raporên şahidan û kesên birîndar di meha borî de got di operasyonên leşkerî yên Rûsya-Sûriyê de, çekên şewitandinê û UNODA hatine bikaranîn û di encamê de zirareke mezin li herêmên ku sivîl tê de pir in, çêdibe.

NY`yê diyar kir ku herî kêm 3 hezar kes neçar man ji malên xwe derkevin û ber bi herêmên nêzî sînorê Tirkiyê ve biçin.

Ji ber vê yekê serokên 11 rêxistinên mirovî di dawiya meha borî de, têkildarî ku Idlib rastî bobelatekê tê û 3 milyon sivîl di nav wan de milyonek zarok, rastî metirsiyê tên, hişyarî dan.

Her wiha cîgira seroka Yekitiya Rêxistinên Alîkariyê û Alîkariyên Tenduristiyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku bombebarana van nuqteyên tenduristiyê di kêmî 2 mehan de, ne tesadûfî ye û ev yek sûcê şer e.

Tê zanîn ku Rêxistina Alîkariyê û Alîkariya Tenduristiyê navenda wê li DYA`yê ye û li bakurê rojavayê Sûriyê alîkariyan pêşkêş dike.

(eh)


Mijarên Din