Li herêmên bêçek şer didome, rejîm hêza xwe zêde dike

Herêmên bêçek di roja 57`an ji şer, îro 150 carî hat topbarankirin. Her wiha rejîmê hêzên leşkerî li eniyên şer zêde kir.

Şerê li herêmên bêçek di navbera hêzên rejîmê û çeteyên ku destekê ji dewleta Tirk  a dagirker digirin, didome. Balafirên şer ên rejîmê îro di saetên sibê de 4 caran girên Kebane yên bejahiya bakurê Laziqiye, bombebaran kir.

Balafirên Rûsyayê jî balafirgeha Teftenaz  ê leşkerî îro di saetên sibê de kir hedef, her wiha di saetên deregniya şevê de zêdeyî 10 caran bajarokê Kefer ZÎta, derdora wê, gundê Cebîn ê bejahiya bakur û bakur rojavayê Hemayê bombebaran kir. Her wiha Til Milih, Cebîn, Kefer Zîta, derdora wê li bejahiya Hemayê, eniyên Zimar, Cezraya û Raşidîn ên bejahiya Helebê, kir hedef.

Her wiha di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de li eniya Raşidîn şer derket. Şer bi çekên giran pêk hat. Tu agahî der barê ziyanên mirovî nehatine bidestxistin.

Ji aliyekî din ve jî, rojnameya Şeriq El-Ewset ragihand ku rejîma Sûriyê hêzeke mezin tevî alavên leşkerî û lojîstikî anîn bargehên xwe yên bejahiya bakur rojavayî Hemayê.

(bx/kc)

 


Mijarên Din