Li “herêmên bêçek” şer dijwar dibe

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku destekê ji dewleta Tirk werdigirin, êrîşî navendên hêzên rejîmê kir. Hêzên rejîmê jî “herêmên bêçek” bombebaran kirin.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li eniya Qesabiye ya aliyê başûrê bejahiya Idlibê êrîşî hêzên rejîmê kir. Di encama wê de di navbera her du aliyan de şer derket.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çete derbasî gundê Qesabiye bûn beriya ku careke din ji ber zexta gulebaranê vekişin.

Di encama şer û topbaranê de ji her du aliyan kuştî çêbûn. 7 çete û 5 endamên hêzên rejîmê hatin kuştin.

Komên çete bi top û moşekan herêm û navendên hêzên rejîmê li Sehleb, baregeha Corîn, Şîriz, Miherde, Hemamiyat, Mexîr, Kefir Nebûde yên bejahiya rojava û bakurê rojavayê Hemayê, bombebaran kirin.

Her wiha helîkopterên rejîmê 20 bermîlên teqemenî avêtin ser Meret Herme û derdora wê, derdora Hezarîn, Meret Sîn, Şêx Mustefa, Neqîr, Kefer Nibul, Um Sîr, Erînbe û derdora Qesabiye ya aliyê başûrê bejahiya Idlibê.

Balafirên şer ên Rûsyayê jî îro di saetên sibê de derdora Hîş, Erînbe ya başûrê Idlibê piştî ku ji saetên êvarê ve derneketibû, bombebaran kir. Her wiha balafirên şer ên rejîmê deverin ji bajarê Xan Şêxûn, navenda wê, derdora Qesabiye û rêyên di navbera bejahiya Hemayê de, bombebaran kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li “herêmên bêçek" ji 30`ê Nîsana derbasbûyî ve 673 sivîl ji ber şer û topbarana di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên destekê ji dewleta Tirk  a dagirker digirin, hatine kuştin.

(bx)


Mijarên Din