Li herêmên bêçek şer giran e

Çeteyên DAIŞ`ê di nava 48 saetên dawîn de êrîşên xwe li ser navendên hêzên rejîma Sûriyê li bejahiya Humis û Dêrazorê zêde kirin. Her wiha li herêmên bêçek jî ji serê vê sibê ve şerekî giran rû dide.  

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser 2 yekîneyên hêzên rejîma Sûriyê li herêma Kom a bakurê bajarê Tedmûrê yê beyara rojhilatê Humisê, hejmarek ji endamên rejîmê hatin kuştin.

Navendê destnîşan kir ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya jinişkave de ku 48 saetan li ser herêmê dewam kir, hejmara kuştiyan zêde bû û hejmara kuştiyan bû 27 endamên rejîmê ku jê 4 serbaz in. Her wiha di encama êrîşa DAIŞ`ê ya li ser noqteyên rejîma Sûriyê ya li beyara El-Qoriya bejahiya rojhilat a Dêrazozê 8 leşkerên rejîma Sûriyê ,ji wan 2 serbez in, hatin kuştin.

Girêdayî mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku ji saetên sibê ve li derdora rojavayê bajarê Helebê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de şerekî dijwar rû dide. Şer ji ber êrîşa dijwar a çeteyan li ser derdora Lêkolînên Zanistî, Dahiyet El-Esad û derdora Raşidî derket.

Her wiha topbarana di navbera her du aliyan de zêde dibe. Moşek li ser taxa Hemdaniye ku nêzî cihê şer e, dikevin. Di encama wê de ji her du aliyan kuştî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku heta van kêliyan 13 kes ji rejîma Sûriyê û 8 çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hatine kuştin.

(bx)

 


Mijarên Din