Li “herêmên bêçek” şer; sivîl dibin qurbanî

Balafirên rejîmê û Rûsyayê herêmên bejahiya Hema û Idlibê di saetên sibê de bombebaran kirin. Her wiha çeteyên Tirkiyê bi moşekan êrîşî herêma bêçek kir û sivîl hatin kuştin.

Îro di saetên sibê de balafirên şer ên rejîmê zêdetirî 37 deverên ji Erîha, Xan Şêxûn, derdora Meret Nûman, Mihembil, Erînbe, Dêra Şerqî, Erbîn, navenda El-Tih, Kefer Eweyid, Mezraa, derdora wê, aliyê wî yê başûr û rojhilat ê bejahiya Idlibê, Enkawî, Ziyara, Meheta Herarî ya nêzî Zîzon, Mork, Kefer Zîta, Hesraya, Zekat, Letamne ya bejahiya bakur û bakurê rojavayê Hemayê bombebaran kirin.

Her wiha balafirên Rûsyayê bejahiya bakurê Hemayê, bajarokê Kefer Zîta û gundê Letmîn bombebaran kirin. Hêzên rejîma Sûriyê jî topbarana li ser bejahiya bakur û bakurê rojavayê Hemayê her wiha bejahiya başûrê Helebê didomîne. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku helîkopterên hêzên rejîmê bermîlên teqemenî avêtin ser derdora Kebane ya Cebel Ekrad.

Her wiha komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi moşekan deverên ji Til Hewaş, Şerîa, Birîdic ên di bin serweriya hêzên rejîmê li bejahiya Hemayê kir hedef û agahî der barê ziyanên mirovî de hene.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbarana di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de 3 zarok, 2 ji wan ji bajarê Erîha ne, yek ji Mezreta Helûbe ya nêzî Kefer Ewiyd, hatin kuştin. Her wiha di encama bomebarana balafirên rejîmê de zêdeyî 30 kesî piraniya wan ji Erîha ne, birîndar bûn.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê  Sergey Lavrov duh di civîna wezîrên karên derve ya dewletên koma BRICS (Berazîl, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) ku li bajarê Rio de Janeiro yê Brezîlyayê hat lidarxistin, tekez kir ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya tunekirina şaneyên terorîstan e û îşaret bi Idlibê, wê pêk were. Her wiha tekez kir ku çareseriya siyasî ji bo aloziyê divê bi serkêşiya gelê Sûriyê be.

(bx)


Mijarên Din