Li herêmên bêçek şerên dijwar

Di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li herêma qaşo bêçek de bi hewldana çeteyan a jinûvevegerandina serweriya gundê Qesabiyê yê bejahiya başûrê Idlibê, şerên giran rû didin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê balafirên hêzên rejîmê û Rûsyayê deverên “herêma bêçek" a li gorî peymana Rûsya, Tirkiye û Îranê, topbaran kirin. Helîkopterên rejîmê bermîlên teqemeniyê û mayinên deryayî avêtin bajarê Kefir Zîta yê bejahiya bakurê Hemayê. Li aliyekî dîtir jî balafirên şer ên Rûsyayê heman herêm bombebaran kir.

Navendê raber kir ku topbaranên hewayî gelek herêmên bejahî yên başûrê Idlibê kirin hedef. Di encamê de gelek windahiyên sivîl çêbûn. Li rexê jî navendê tekez kir jinekê di encama guleya hêzên dagirkeriya Tirk li bakurê Hemayê de dema dixwest ji ber şer bireve Tirkiyê, jiyana xwe ji dest da.

Hêzên rejîma Sûriyê li eniyên li hemberî komên çete li deverên bajarokên Til Milih, Cibîn û Celeme yên bajahiyên Hemayê çalakiyên xwe zêde kirin. Ji wê jî zêdetir baregeh û cihên topavêjên roketên çeteyan li bajarokê Kefir Zîta li başûrê Idlibê kirin armanc.

Navendê di topbaranên hewayî û şerê bejayî yên di navbera çete û hêzên rejîmê li bejahiyên bakurê rojavayê Hemayê û bakurê rojhilatê Laziqiyê de 33 kuştiyên çeteyan belge kirine.

Li aliyekî dîtir jî 52 endamên hêzên rejîmê di şerê bi çeteyan re de hatine kuştin. 29 li bakurê rojavayê Hemayê û 23 jî li bejahiyên bakurê Laziqiyê ne.

(fr/kc)

 


Mijarên Din

Li Raî teqîn