Li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de çi dibe?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bizanebûn zeviyên çandiniyê yên şêniyên Kurd ên li herêmên dagirkirî yên li bakur û rojavayê Sûriyê dişwetînin. Heman demê de jinan bi zorî dizewicînin û bi zorê ebayên reş lê dikin.

Artêşa dagirker a Tirk mafên şêniyên herêmên dagirkirî yên li bakur û rojavayê Sûriyê (Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê) binpêkirinên xwe didomînin.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker

Çavkaniyekî ji herêma Babê diyar kir ku çete li gundên Numan, Til Hercê, Nisêbîn, Qebasîn, Qubêt Şêx, mafên şêniyên resen ên Kurd binpê dikin.

Li gor çavkaniyan, çete şêniyan direvînin, paşê di beramberê berdana wan de fidyeyan dixwazin.

Tirkkirin berdewam e

Heman çavkanî tekez kir ku nêzî ji sedî 80 ji şêniyên herêma Babê yên resen neçar mane ku ji herêmên xwe derkevin.

Ji nîvê meha Tebaxa 2016’an ve Tirkiyê nêzî ji sedî 10 ji rûbera Sûriyê dargir kiriye. Li wan herêman siyasetên tirkkirin û guhartina demografiyê pêk tîne.

Artêşa dagirker a Tirk bi deh hezar ji malbatên çeteyan li malên şêniyên resen bi cih kirine û alên Tirkiyê li ser sazî û qadên giştî ve daliqandine.

Artêşa dagirker a Tirk zimanê Tirkî li dibistanan ferz kiriye, nasnameya danasîna dewleta Tirkiyê jî çêkiriye. Her wiha jî ciwanan bi zorê dixin nava komên çete yên girêdayî Tirkiyê.

Şewîtandina zeviyan û desteserkirina wan

Çavkanî got ku cotkarên gundên Numan, Til Cercî, Nisêbîn, Qebasîn û Qubet Şêx ku piraniya wan Kurd in, çete mewsima wan didizin û dişewitînin. Nahêlin şênî zeviyên xwe biçinin. Her wiha çete zeviyên wan desteser dikin û tê de mal û dikanên xwe ava dikin.

Ji bo tirs û bertekên derbarê wan kiryaran de, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê her meş û çalakiyekê qedexe dikin û bê navber şêniyan direvînin.

Jinan bi zorê dizewicînin

Jinên ku mêrê xwe tune yan jî mirî ne bi zorê bi çeteyan re tên zewicandin. Ebayên reş li wan dikin. Jin ji tirsa çeteyan nikarin ji mal derkevin.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din