​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê 35 kesên din bi vîrusê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got ku di nava 24 saetên dawî de 35 pêketyên nû yên vîrusa koronayê natin tesbîtkirin û 2 pêketiyên din jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê, 35 pêketiyên nû yên vîrusa koronayê (Covid-19) hatin tesbîtkirin. Wezaretê ragihand ku 2 kesan jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya hikumetê Şamê li Sûriyê hejmara pêketeyên vîrusa koronayê gihaşt 3 hezar û 800 û hejmara miriyan jî bû 172'yan.


Mijarên Din