Li herêmên hikumeta Şamê aloziya sotemeniyê... gel li ser rêyan e

Welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de êdî fêrî dîtina taborên li pêşiya firinan û stasyonên sotemeniyê bûne. Ev tabor êdî gihaştine kolanan û gel mesafeyên dirêj bi meşê qut dike. Bi kûrbûna aloziya sotemniyê re, kolanên Şamê ku tevger lê zêde bû êdî nîv vala bûne.

Welatiyên Sûriyê yên li herêmên serweriya hikumeta Şamê demsala Zivistanê bê sotemenî û kehrebe û li ber sermayê derbas kirin. Bi hatina Biharê re welatî bi hêvî ne ku sotemenî were peydakirin, ku hikumetê îdia kir ku ew hewl dide madeyên sotemeniyê ji bo germkirinê peyda bike, lê li ser erdê tu gav tune bûn. Lê belê ev hêvî bi kûrbûna aloziya sotemeniyê re winda bû.

Aloziya sotemeniyê aloziyeke bi xwe re aloziya veguhestinê jî anî. Ev yek piştî biryara Wezareta Petrolê ya hikumeta Şamê ya kêmkirina para stasyonên sotemeniyê ji mazot û benzînê di meha borî de bi hinceta ku sotemenî nayê peydakirin û miqdara li gel wê mayî tê depokirin, pêk hat.

Piştî wê biryarê meclisên şaredariyên hikumeta Şamê êdî miqdara dagirtina sotemeniyê ji bo erebeyên giştî û taybet kêm kirin. Erebeyên taybet (yên bin nêrîna hikumeta siyahî ne) her 7 rojan 20 lîtreyên sotemeniyê digirin. Erebeyên giştî û erebeyên giştî yên li ser xetên di navbera Sûriyê, Lubnan û Urdunê de dixebitin jî, her 4 rojan 20 lîtreyan digirin.

Para otobîsên giştî (bas) ji sotemeniyê hate rawestandin û tenê otobîsên veguhestina hundirîn hatin xebitandin.

Hikumeta Şamê di demên berê de nepeydakirina sotemeniyê dispart cezayên Amerîka û Ewropa yên li ser hatin ferzkirin. Lê vê carê nepeydakirina sotemeniyê spart girtina kenala Siwêsê ya ji ber keştiya “Ever Given”.

Têkildarî mijarê, aborînasê li herêmên serweriya hikumeta Şamê (ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike) got çavkaniyên Sûriyê yên petrolê gelek in, her wiha zeviyên petrolê yên ku nehatine eşkerekirin û Rûsya "hevalbenda" hikumeta Şamê lê digere, hene.

Aborînas destnîşan kir ku Rûsya di çarçoveya lihevkirinên bi hikumeta Şamê re li ser îstismarkirina berhemên binerd ên Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe, xebatên lêgerîna li petrolê dimeşîne.

Vê dawiyê di navbera Rûsya û Îranê de ku her du hevalbendên hikumeta Şamê ne, şerê li ser kontrolkirina zeviyên petrolê dest pê kir. Ji Havîna borî ve hêzên Rûsya zeviyên El-Teyim û El-Werd ên Dêrazorê xistine bin serweriya xwe. Komên Îranê jî zeviyên El-Hisyan û El-Hemar ên li gundewarên Bûkemalê ji dema ku çeteyên DAIŞ`ê di 2017`an de jê hatine derxistin, xistiye bin serweriya xwe.

Li gorî daneyên hikumeta Şamê, zeviyê El-Teyim rojane 2 hezar û 500 bermîl derdixe, her wiha zeviyên Dêrazorê yên di bin serweriya hikumeta Şamê û hevalbendên wê de rojane 4 hezar û 600 bermîl derdixin.

Aborînasê sûrî wiha domand: "Nakokiya mezin ji vir dest pê dike, welatekî ku xêr û bêrên xwe pir in di heman demê de pêwîstiyên sereke yên jiyanê lê tune ne. Bi rastî ev welat bi rêya du mêtîngerên xwe wekî hevalbend bi nav dikin, hate talankirin."   

Aborînas diyar kir ku hikumeta Şamê her tim ceza û dorpêça li ser hatiye ferzkirin, dike bihane û wekî sedema nepeydakirina pêdiviyên jiyanê yên sereke nîşan dide û wiha lê zêde kir: "Çima ceza li ser erebeyên biha û telefonên nûjen ên bi berpirsan û zarokên wan re nayên ferzkirin?"

Di encama biryarên hikumeta Şamê de aloziyeke mezin li ser rêyan çêbû. Basên veguhastinê yên giştî (Basên veguhestina hundirîn) têra hejmarên mezin ên welatiên li hemû herêman nakin. Erebeyên kirê jî êdî nikarin tevbigerin û ger tevgeriyan jî pereyên wan bihan e ku digihêje nêzî 8 hezar lîreyên Sûriyê, ku mûçeyên karmendan 50 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Aloziya veguhastinê bandorê li welatiyan dike çi karmendên hikumetê bin çi jî xebatkarên di saziyên taybet de bin. Xebatkar ji ber bihabûnê êdî nikarin kirêya veguhastinê bidin. Bi wê re jî neçar dimînin ku yan necin kar an jî mesafeyên dirêj li çûn û hatinê bi meşê qut bikin.

Welatiyê bi navê (T.E) ji rayedarên hikumeta Şamê re wiha dijêbe: "Zarokên we erebeyên herî pêşketî yên li welatê dijminê we Amerîkayê hatine çêkirin diajon, xelk jî bi saetan li ser rêyan disekine.”

Bi kûrbûna aloziya veguhestinê re li herêmên serweriya hikumeta Şamê gel daxwaza kêmkirina saetên xebatê dike da ku welatî karibin di dema xwe de biginhêjin cihê karê xwe bêyî ku ceza li wan werin birîn û pere ji mûçeyên wan bên kêmkirin.

Her wiha welatiya bi navê (H.N) wiha got: "Hêsan e ku hikumeta Şamê biryara kêmkirina parêa erebeyên veguhestinê ji mazotê bide,  lê zehmet e ku biryara birêxistinkirina dema peywirên giştî bide. Erebeyên veguhestinê ji ximzetê derketine û ji ber wê dê ceza li gelek xebatkarên ku nikarin bigihêjin cihên karên xwe werin ferzkirin. Ji ber ku tu biryarên fermî ji bo kêmkirina saetên kar nehatine derxistin. Rêveberên saziyan nikarin biryarên erênî ji xwe ve bistînin û li hêviya fermanên wezîran in."

Demsal bi dawî dibin, lê aloziyên li Sûriyê bi dawî nabin. Bazirgan tenê xizmeta berîka xwe dikin. Wezîr û rayedar jî tenê xizmeta desthilatdariyê dikin. Welatî jî li ser rêya winda bûne, ne dikarin dev ji karê xwe berdin, ne jî dikarin biçin kar. Êdî tu rêyên ku bihêlin xelk debara jiyana xwe bike û zikê xwe têr bike, nemane.

 (bx) 

ANHA


Mijarên Din