Li herêmên hikumeta Şamê ji ber bilindbûna buhayan şênî bêzar in

Nirxê lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî bi taybet li hember dolar dadikeve. Bi her daketina nirxa lîreya Sûriyê re buhayên madeyên xwarinê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de bilind dibin.

Li paytexta Sûriyê Şamê bi taybet û herêmên dîtir ên di bin serweriya hikumeta Şamê de bi giştî alozî berdewam in. Alozî li pey hev rû didin, ji daketina heqdestiya kar û bi tunebûna madeyên bingehîna bigire heta aloziya somtemeniyê û aloziya veguhastinê, rewş trajedîk in, lê di rastiyê de xwediyê êşê tenê bi êşê dihese.

Nirxê lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî bi taybet dolar ne tebat e û bi wê re bare welatiyan girantir dibe. Her wiha nirxê lîreya Sûriyê li hember dolarê amerîkî gihaşt nêzî 3 hezar û 600 lîreya Sûriyê li hember her dolarekî. Lê ev nirx bilind bû û gihaşt zêdetirî 4 hezar û 500 lîreya Sûriyê li hember her dolarekî.

Di gelek deman de, nirxê lîreya Sûriyê saet bi saet li hev nayê û hin caran ferqa lîreya Sûriyê li hember her dolarekî 200 e û li her herêmekê jî nirx cudatir e.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê L.R ê ji bajarê Şamê wiha got: "Hikumet li hember vegerandina buhayan ber bi nirxê lîreya Sûriyê ya li hember dolarekî ya hezar û 300 aciz e. Lê heke biha daneketin dê birçîbûn û hilweşîn pêk were."

‛HEWLDANÊN BÊ SÛD IN’

Tevî hewldanên bilindkirina nirxê lîreya Sûriyê bi rêya hin tedbîrên şermok, lê hikumeta Şamê heta niha nikarî istîqrarê di nirxê mezatinê de çêbike.

Ji nava tedbîrên ku hikumeta Şamê pêk anîne, dest bi hemleyên ewlehiyê li dijî nivîsgehên mezaxtinê kir û gelek dolar desteser kirin. Li aliyekî din jî Banka Sûriyê ya Navendî biryar da ku qedexe ye bi rêwiyê ku li parêzgehên Sûriyê digire, pê re zêdetirî 5 milyon lîreya Sûriyê hebe, ew yekî jî ji Nîsanê de dest pê dike. Li gel wê jî berpirsên hikumeta Şamê got, veguhastina pereyan di navbera parêzgehan de bi awayekî tund dişopînin, tenê divê ew pere bi rêya bank û şîrketên veguherandina pereyan ên ruxsetkirî de werin veguhestin.

Lê belê welatiyên çi li derve yan jî li hundir dibin, danûstandinê bi bank û şîrketên veguherandina pereyan ên ji hêla hikumeta Şamê ve hatine ruxsetkirin, nakin. Ji ber ku danûstandin bi bihaya fermî ya ji hêla banka navendî ve hatiye diyarkirin, pêk tê.

Banka navendî ya Sûriyê di Hezîrana par de bihaya fermî ya dolar bi hezar û 256’an li hember Lîreya Sûriyê diyar kir. Lê di biha di sûka reş de gihaşt zêdetirî 3 hezar û 600 lîreya Sûriyê li beramberî her dolarekî. Wê jî hişt ku welatî danûstandinê bi bankan re nekin.

Bi daketina nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar re, bihaya madeyên xwarinê li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de bi awayekî mezin biha dibin. Lê dema ku nirxa dolar hinekî dadikeve, buhaya madeyên danakeve.

‛BUHA JI NIRXÊ KIRINÊ ZÊDETIR E’

Piştî serokê hikumeta Şamê Beşar Esed ji vîrusa Koronayê baş bû, di civîna meclisa wezîran de wiha got: "Nirxê lîreya Sûriyê ya sibehê bilindbûna buhayan a êvarê rewa nake. Ev xala bingehîn e ku nayê rewakirin û qebûlkirin." Li hikumet li hember kontrolkirina buhayên kelûpelan aciz e.

Buhaya madeyên xwarinê zêdetirî nirxê kirînê ye. Her kîloyek şekirê di toran de gihaşt 2 hezar û 400 lîreya Sûriyê, lîtreya zeyta Soybeansê gihaşt 8 hezar û 700 lîreya Sûriyê, lîtreya zeyta berberojê gihaşt 9 hezar û 800 lîreya Sûriyê, kîloya birinca spanî gihaşt 4 hezar û 300 lîreya Sûriyê, kîloya birinca misirî gihaşt 2 hezar û 800 lîreya Sûriyê, sebeteke hêkan gihaşt 7 hezaran û kîloyeke goştê mirîşkan gihaşt 4 hezar lîreya Sûriyê.

Li hember bilindbûna buhayan, hîna jî mûçeya ku karmend ji hikumetê werdigirin wek berê ye. Di giştî de her karmendek di mehê de 50 hezar lîreya Sûriyê werdigire, ango li gorî bihaya fermî ya banka 40 dolar e û li gorî sûka reş 14 dolar e.

Têkildarî mijarê, welatiya bi navê N.S a ji Şamê wiha got: "Buha daneketiye û her kesê dibêje daketiye, derew e. Tenê li ser rûpelên facebookê dibêjin daketiye, lê ji bilî wê tevahî derew in."

Li aliyekî din jî welatiyê bi navê F.R. pirsa rola hikumetê li hember kesên bi navên çete û mafayên spekulatîfê yên piştgiriya wan dikin, kir û wiha got: "Çima ew nayên qedexekirin, girtin û xistina girtîgehan?"

F.R texmîn nake ku nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar bilind bibe û wiha domand: "Her hal, tu nirxê daketina dolar tune ye, ji ber daketina wê ne li gorî qûta welatiyê Sûriyê û bihabûnê ye."

‛ÇARESERÎ DI DÎSPLÎNKIRINA PEREYÊN QAÇAQÇÎTIYÊ Û DESTESERKIRINA BERHEMÊN KU HATINE DIZÎN DE YE’

Aborînasê ji Şamê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku tedbîrên hikumeta Şamê ên dîsplînkirina sûka darayî û nirxê mezaxtinê, her wiha hemleyên ewlehiyê yên li dijî bazirganên mezaxtinê ku ew berpirsên daketina nirxa lîreya Sûriyê ne, bê sûd in.

Aborînas eşkere kir ku daketina bilez û mezin a nirxê lîreya Sûriyê li hember dolar, bandoreke neynî tevgera pere û bankan kir.

Aborînas piştrast kir ku çareserî di dîsplînkirina pereyên ku bi rêya karsaz û dewletê ku derdikeve derve de û desteserkirina  berhemênn ku bi rêya wan hatine dizîn de ye. Dê bi wê re jî nirxê lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî baş û aram bibe."

Aborînas destnîşan kir ku alîkariyên derve çi ji aliyê dewletên Ereb an jî ji dewletên dîtir mîna Çînê ve dikarin nirxê lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî baş bike, heke nehatine dizîn û got, divê xebatên piştgiriya darayî û bikaranîna wê baş were lêkolînkirin û ji bilî wê tiştek pêk nayê.

Ji Hezîrana 2020’an de  YE û DYA’yê li dijî hikumeta Şamê û berpirsên wê cezayên Qanûna Qeyserê birîn. Bi wê re tu dewlet û rêxistinê naxwazin danûstandinê bi hikumeta Şamê re bikin, da ku bandora cezayan li wan jî neke. Ev yek jî îhtîmala wergirtina hikumeta Şamê ya alîkgariyên ji derve, dijwatir dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din