Li herêmên rizgarkirî du panelên bi navê `Şengel, dîrokek ji berxwedanê ye`

Di nav rêzeçalakiyên hemelya ku jinên herêmên rizgarkirî bi dirûşmeya `Em bûn yek, biserketin, em ê li berxwe bidin da ku xwe biparêzin, na ji dagirkeriya Tirk re` destpê kiribû de îro li Minbic û Dêrazorê du panelên bi navnîşan `Şengal dîrokek ji berxwedanê ye` li dar ketin. Jinên Tebqayê jî daxuyaniyek dan raya giştî û gefên Tirkiyê şermezar kirin.

Panela bi navnîşan `Şengal dîrokek ji berxwedanê ye` bi tevlibûna endamên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê li hola Meclisa Jin a li navenda bajêr li dar ket.

Piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Navenda Lêkolînên Stratejîk a Minbicê Xaliye Nimet behsa rewşa civaka Êzidî û kevneşopiyên wê kir û got: "Gelê Êzidî bi mêvanperweriya xwe û têkîliyên xwe yên xweş bi civakên din re tê naskirin. Ew civakek aştîxwaz e û bi ahengî bi gelên din re dijî."

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Meclisa Jin a Minbicê Hala El-Hesen balkişand ser azarên gelê Êzidî di êrîşên DAIŞ`ê de û binpêkirinên wan ên li dijî gelê Êzidî.

Di dawiya panelê de bûyerên komkujiyê hatin nîqaşkirin.

DÊRAZOR

Rêveberiya Jin a bajarê Dêrazorê îro panelek bi navnîşan `Em bûn yek, bi serketin, em ê li berxwe bidin da ku biparêzin` ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê li hola civînan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê li dar xist.

Bi tevlibûna bi dehan karmendên jin ên saziyên sivîl ên rojhilat û rojavayê gundewarên Dêrazorê di panelê de dîroka Êzidî û komkujiya Şengalê hatin vegotin.

Endama Rêveberiya Jin a Dêrazorê Fatme Merwan û endama rêveber a Meclisa Jin a herêma El-Cezrat Hesîne Ehmed di panelê de axivîn.

Endama rêveber a Meclisa Jin a Dêrazorê Fatme Merwan komkujiya der heqê gelê Êzidî de şermezar kir û wê bi roja reş li ser mirovahiyê wesifand.

Fatme wiha domand: "Em fermana 73`ya ku bi gelê me yê Şengalê hatiye şermezar dikin."

Di dawiya panelê de koma Kûlîlkên Firatê şanoyek girêdayî azarên êzidiyan ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve hate pêşendan.

TEBQA

Girêdayî heman mijarê Rêveberiya Jin a herêma Tebqa di nav rêzeçalakiyên xwe de ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê der heqê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi koordîneya YPJ`ê daxuyaniyek da raya giştî û komkujiya Şengalê şermezar kir.

Bi dehan endamên Rêveberiya Jin, saziyên sivîl û YPJ`ê tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla endama Rêveberiya Jin a herêma Tebqayê Macîde El-Hisên ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Bi navê jinên Tebqayê em piştgiriya şervanên YPJ`ê dikin, ên ku ji tevahiya cîhanê re isbat kirin ku ew dikarin çek rakin û welatê xwe biparêzin. Wan wêneya jinên rojhilat şikandin û di şerên dawîn de ji bo tunekirina DAIŞ`ê, cîhan neçar kirin ku bi wan îtîraf bikin.

Îro li gel gefên Tirkiyê, em baş dizanin ku em dikarin li hember timayên wê û hewldanên wê ji bo dagirkirina axa me, bisekinin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din