Li herêmên rizgarkirî sala xwendinê bi dawî bû

337 hezar xwendekarên ji herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ezmûnên xwe yên dawîn ên îsal bi dawî kirin. Xendekaran hêvî kir ku sala 2020’an ji salên çûyî baştir be û hemû pêdiviyên wan ên dibistanê pêk werin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li Reqa, Tebqa û Dêrazorê ezmûnên dawîn ên şagirtên seretayî yên sala 2019’an bi dawî kirin.

Piştî bidawîkirinê sala xwendinê ya îsal, komîteyên perwerde û fêrkirinê dixebitin da ku plana pêşerojê ji bo pêşxistina aliyê perwerdeyê bi rêya lidarxistina dewreyên perwerdê ji mamosteyan li akademiyan amade bikin.

Di sala 2019’an de komîteyên perwerdeyê yên herêmên Tebqa, Dêrazorê û Reqayê 585 dibistan vekirin û 11 hezar û 300 mamoste tê de xebitîn.

ANHA

 


Mijarên Din