Li Hesekê 14 hezar dar ji bo çandiniyê hatin belavkirin

Gerînendetiya Ekolojiyê ya Kantona Hesekê ji bo zêdebûna şînkahiyê 14 hezar dar li nivîsgehên ekolojiyê yên şaredarî û saziyên sivîl belav kirin.

Gerînendetiya Ekolojiyê ya Kantona Hesekê dest bi hemleya darçandinê li herêmên kantonê kir. Di vê çarçoveyê de îro gerînendetiyê 14 hezar dar li nivîsgehên ekolojiyê yên şaredariyên navçe û bajarokan belav kirin. Her wiha dar li saziyên sivîl jî belav kirin.

Hejmara darên ku hatine belavkirin wiha ne:

9 hezar dar li nivîsgehên şaredariyan.

2 hezar dar li saziyên leşkerî û sivîl.

Hezar dar ji bo projeya daristana li gundê Sêgir û dê bi navê "Daristana Efrînê" were binavkirin.

Hezar dar dê li ser Rêya Sifeya werin çandin.

500 dar ji bo projeya Kornîş a navçeya Rojhilat.

500 dar jî dê li şitilgeha Şaredariya Red Şeqra werin çandin.

Hevseroka Gerînendetiya Ekolojiyê Robenda Ebdo diyar kir ku armanca wan ji hemleya darçandinê ew e ku rûbera şînkahiyê li bajêr zêde bikin. Her wiha Robenda destnîşan kir ku dê li gundê Sêgir ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê daristanekê ava bikin da ku rewşa hewayî ya herêmê baş bibe.

(bx)

ANHA


Mijarên Din