Li Hesekê 2 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanên QSD‘ê Qasim Xelef El-Miflêh (Cerah) û Beşar Ewad (Dilgeş) bi merasîmekê oxir kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdên QSD‘ê  Hemûd El-Miflêh (Sehrawî) eşkere kir.

Şêniyan cenazeyên şehîd Cerah û Dilgeş ku li gundewarê Dêrazorê şehîd bûbûn wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiye ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî a şervanên YPG û YPJ`ê  destpê kir. Paşê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan û Buroya Têkiliyên Giştî ya YPG`ê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin, rola şehîdan di pêkanîna destkeftiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tunekirina terorê û têkbirina tevahiya komployên destekerên çeteyan li dijî herêmê de hate silavkirin. Axaftvana soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyan dan.

Piştî wê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên şehadeta şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Her wiha nasnameya şehîd Hemûd El-Miflêh bi nasnav Sehrawî yê ku di Şerê Tinekirina Terorê de li Dêrazorê şehîd bûbû hate eşkerekirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên her du şehîdan di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan de hatin veşartin.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din