Li Hesekê 2 şehîdên azadiyê bi merasîmekî hatin veşartin

Bi tevlîbûna bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Raşid Hîlal û şervanê QSD‘ê Ehmed Silêman bi merasîmekî li goristana Şehîd Dijwar hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Raşid Hîlal û şervanê QSD‘ê Ehmed Silêman (Teyir) ên di 24‘ê Nîsanê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li goristan Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê spartin axê.

Welatiyan cenazeyê şehîdan ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtan ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ  û Hêzên Erka Xweparastinê ve pêk hat.

Paşê bi navê Mecisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Erka Xweparastinê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin, hata gotin ku serkeftinên şoreşê berhemên xwîna şehîdan e.

Kesên axivîn, banga hevgirtinê li hemû pêkhateyên herêmê kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şervanan cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA


Mijarên Din