Li Hesekê 6 bîr hatin kolandin

Beşa Jîngeh û Parkan ê Şaredariya Gel a Hesekê, ji bo avdana darên di nava bajêr de û xizmeta şêniyan 6 bîr kolandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, piştî ku Serêkaniyê dagir kir, ava stasyona Elokê ku av dida bajarê Hesekê, qut kir. Ji ber qutbûna avê şêniyên bajarê Hesekê zehmetiyên mezin dikişînin. Bêaviyê bandoreke mezin li çandiniyê, bi taybet jî li darên nava bajar kir. Beşa Jîngeh û Parkan a Şaredariya Gel a Hesekê di bihara 2020’an de bi sedan dar li kolanên bajêr çandibûn.

Ji bo derbaskirina pirsgirêka hişkbûn û ziwabûna daran, Beşa Jîngeh û Parkan a Şaredariya Gel a başûrê Hesekê, li bajar gelek bîr kolan. Lêçûna kolana bîran 6 milyon lîreyên Sûriyê bû.

Piştî beşê hinek cihên guncaw diyar kirin, li Sor Mehlece, Çerxeriya Sebax, Sor Mehkeme, Sûk Hal (sûka sebzeyan), rêya ber bi Sîna û li rex Çerxereya Sînalko, bîr kolandin. Komîteya pispor xetên kehrebeyê rast kirin ji bo ku derxistina avê hêsan bikin.

PROJEYA NÛ

Endama nîvîsgeha rêveber a Beşa Jîngeh û Parkan a Şaredariya Gel a Hesekê Gulistan Umer got: “Bîr ne tenê ji bo avdana darên li peyarê û daîreyên li bajêr in. Di heman demê de ji bo xizmeta şêniyan e. Da ku pêdiviyên wan yên malê dabîn bikin, mîna şûştinê. Lê ji ber av şor e, nayê vexwarin.”

 (fr)

ANHA


Mijarên Din