Li Hesekê amadekariyên ji nû ve avakirina komînan têne kirin

Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên komînan re, ku tê payîn li hemû bajar û navçeyên were lidarxistin, meclisa bajarê Hesekê ji bo ji nû ve komînên girêdayî bajêr, navçe û bajarokên ên pê ve girêdayî ne ava bike, civînek organîze kir.

Rêveberiya bajarê Hesekê, civînek ji rêzecivînên têkildarî ji nû ve avakirina komînên girêdayî bajarê Hesekê û bajarokên pê ve girêdayî organîze kir.

Civîn li keleha Selam a girêdayî bajarê Hesekê û bi beşdariya meclisên navçeyên rojhilat, rojava, başûr û meclisên bajarokên bi bajarê Hesekê ve girêdayî ne hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, paşê hevseroka herêma Hesekê Civîn Remo axivî û got: "Ji bo avakirina kesayetê û jiyaneke nû, rêxistinkirina civakê pêwîstiyeke."

Civîn wiha axaftina xwe domand:" Li gorî rêgezên Netewa Demokratîk kesayet dikare azadiya xwe bi rêya komên biçûk re bidest bixîne, ji ber vê yekê ji beriya çend salan ve me komîn ava kirin."

Civîn di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir, ew ji nû ve komînan ava û aktîf dikin.

Paşê ji aliyê yek ji cîgirên hevserokatiyê Sefa Ehmed ve nirxandinên têkildarî komînan hate xwendin.

Di dawiya de mafê diyalogê hate dayîn û beşdaran pêşiyarên xwe pêşkêş kirin, ji van pêşniyaran"Diyarkirina dema serokatiya ji komînê re, di nava komînên xwe de dewreyên perwerdekirina endaman werin vekirin û komîn ne tenê karê xizmetguzariyê bike.

Tê payîn ku civînek wiha li meclisa navçeya Hol, Erîşa û Şedadê jî werin lidarxistin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din