Li Hesekê amedekariya vekirina pirtûkxaneyek ji hezar pirtîkan pêk tê

Bi armanca teşwîqkirina xwendina pirtûkan, belavkirina çanda xwendinê û  geşpêdana şarezayan bi taybet di nav çîna ciwanan de, Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê amadekariyên vekirina pirtûkxaneyek ku ji hezar pirtûkan pêk tê dike.

Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê amadekarityên vekirina pristûkxaneyekê dike. Armanca pirtûkxaneyê belavkirina çanda xwendinê û vejandina wê li herêmê bi taybet di nav çîna ciwanan de ye. Di encama pêşketina teknelojiyê de ev çand paşde çû her wiha tunebûna pirtûkxaneyan bû sedema duyemîn a paşdeçûna xwendinê.

Di pirtûkxaneyê de niha 300 pirtûk bi  zimanên Erebî û Kurdî hene. Tevahiya pirtûkan girêdayî lêkolîn, wêje, çîrokên şervana, helbest, roman, bîranîn, destan û evsane, pirtûkên girêdayî jin ê û pirtûkên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan in.

Pirtûkxane dê were firehkirin da ku hezar pirûkan bihewîne ji tevahiya ziman û gelek cureyan. Her wiha dê cihek taybet di avahiya Meclisa navçeya Rojava ya Kantonê de were eyarkirin.

Girêdayî hizira avakirina pirtûkxaneyê endama Rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Kantona Hesekê Efaf Hesekî ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku bi armanca avakirina nifşek zana û ji xwendina pirtûkan hez dike û di heman demê de nifşek avaker û afrîner ev hizir hat.

Efaf wiha domand: Bi riya pirtûkxaneyê me xwest nas bikin bê sedema nexwendina pirtûkan çi ye, gelo ji kêmbûna pirtûkan e yan jî neeleqedariyê ye?

Efaf diyar kir ku tê payîn li Hesekê parkek ji xwendekarên pirtûkan re were vekirin da ku derfet ji kesên ku nikarin pirtûkan bikirin re were vekirin.

Di dawiyê de Efaf tekez kir ku pêwîstiya her kesî bi xwendina pirtûkan heye da ku aso û zanyariyên xwe zêde bike. Ji ber wê Komîteya Çand û Hunerê hewl dide derfetan ji hezkiriyên pirtûkan re peyda bike da ku çanda xwendina pirtûkan ji nû ve vegere herêmê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din