Li Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Nîsanê hatin bîranîn

Bi merasîmekê,  şehîdên meha Nîsanê yên herêma Hesekê li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê hatin bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo bîranîna şehîdên meha Nîsanê merasîmek li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê li dar xist. Bi dehan şêniyên herêmê û malbatên şehîdan di merasîmê de beşdar bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin ji fermandarên YPG‘ê Bedrî Hewala sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û serkeftina QSD‘ ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li wan pîroz kir.

Fermandarê YPG‘ê Bedrî Hewala soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso jî axivî, di kesayeta şehîdên meha Nîsanê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û banga xwedîderketina li destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatin bidestxistin kir.

Di dawiya merasîmê de Endamên Rêxistina Ciwanên PYD‘ê û Meclisa Malbatên Şehîdan şitlên daran li goristanê çandin.

ANHA


Mijarên Din