Li  Hesekê cenazeyên 3 şehîdan bi merasîmekê girseyî hatin veşartin

Cenazeyên du şehîdên QSD‘ê û şehîdekî Hêzên Ewlekariyê bi merasîmekê girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê hatin veşartin.

Şêniyên bajar û gundewarên Hesekê cenazeyên şervanên QSD‘ê  Feysel Xidir  Silêman (Nimir Firat), Xalid Etiya Silêman (Elîşêr Hesekê) û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îmad Xelef El-Necim yên di dem û cihên cûda de şehîd bibûn, ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekê ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel turenek leşkerî ji hêla şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre bi navê Desteya Karûbarên Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Îdan El-Efînî, bi navê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hisên Selmo û bi navê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêx Mihemed Fehid El-Ubeyd axivîn.  

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û têkoşîna şehîdan wan a rizgarkirin û parastina herêmê destnîşan kirin.  Her wiha soza sopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan dan.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîdê  Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mîlad Mûsa El-Mişerêf eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên dayikan de û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din