Pismanên ji eşîra "Bû Miêş" ên li bajarê Hesekê bi çekên giran şer kirin. Şer li kolana Mewgef a taxa Neşwa Xerbî derket.
Li gorî agahiyên ku ANHA'yê bi dest xistine, xelkê eşîra "Bû Miêş" ên li gundê Til Xelîf ê Çiyayê Kezwan, êrişî pismanên xwe yên li taxa Neşwa ya bajarê Hesekê kirin.
Çavkaniyan diyar kirin ku sedema şer nakokiyên li ser zeviyên çandiniyê û sewalan e.
Di şer de 3 kes ji gundê Til Xelîf mirin. Ji sê kesan 2 bira ne. Her wiha 3 jî birîndar bûn. Ji 3 birîndaran yek jin e. Li gorî agahiyan rewşa birîndaran baş e.
Hêzên Asayîşê herdu alî ji hev vekirin û taxa dorpêç kirin. Her wiha lêpirsîn dane destpêkirin.
ANHA