Li Hesekê du teqîn çêbûn

Li  bajarê Hesekê nûçegihanên me ragihandin ku du teqîn çêbûne û di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû

Teqîna yekemîn

Nûçegohanên me ji bajarê Hesekê ya Bakur Rojhilatê Sûriyê, ragihandin ku motorsiklêtekî bombebarkirî  li taxa Mişêrfa ya hemberî sûk Hal a zebzeyan a bajarê Hesekê hatibû bicihkirin û di saet 12:45`an de hate teqandin.

Li gorî şahidan, teqîn bi rêya cihaz tehekum pêk hatiye û dema ku motorsiklêt teqiya tu kes nêzî teqînê tune bû.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn piştî teqînê yekser çûn cihê bûyerê û qedexeya çûyîn û hatinê feriz kirin, ji ber ku her roja yekşemê sûka  gelêrî li wir vedibe.

Teqîna duyemîn

Piştî teqîna yekemîn, teqîna duyemîn jî li kolana giştî ya taxa El-Neşwa Rojava di saet 13:10`an de pêk hat. Li gorî hêzên Hawarî li bajarê Hesekê, sivîlekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Çavkaniyekî ji hêzên Hawarî re ragihand ku rewşa kesê birîndar giran e û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Di her sê hefteyên dawî de li bajarê Hesekê zêdetirî 4 motorsiklêt hatin teqandin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din