Li Hesekê ji bo Ocalan meşek girseyî hate lidarxistin

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê ji bo Ocalan daketin qadan û xwestin rewşa tenduristiyê ya Ocalan were eşekirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên wî piştî bevalbûna agahiyên şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye ,li çerxerêya Sînalko ya taxa Til Hecer kom bûn. Şêniyan banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan kirin.

Meş ber bi çerxerêya Agirkujiyê dewam kir. Şêniyan posterên Rêber Abdullah Ocalan hilda bûn û dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Hilweşe faşîmza Tirk" qîriyan.

Li çerxerêya Agirkujiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Ebdulxenî Oso axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo pêkhate yan jî netewekî kar dike lê belê ji bo tevahî mirovahiyê kar dike. Ocalan xwediyê fikira neteweya demokratîk û biratiya gelan e. Ji beriya 20 salan ve rêbertî di girtîgehên Tirkiyê de ye. Şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe amade ne li hemberî kiryarên dewleta Tirk bisekinin. Em bang li dewletên cîhanê dikin ku destwerdanê bike da ku parêzer serdana Ocalan bike û agahiyan li ser rewşa wî bide ."

Oso anî ziman ku wê çalakî berdewam bikn heta rewşa Rêber Ocalan were naskirin.

Endama Kongreya Star Neda Salih jî axivî, bang li şêniyan kir ku li dakevin qadan heta rewşa tenduristî ya Ocalan were naskirin. Neda got: "Doza Ocalan ne doza Kurd e, di heman demê de doza netewî ye, doza Ocalan doza hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Çalakî bi dirûşmeyên banga azadiya Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din