Li Hesekê ji sedî 75 ji projeyên sererastkirin û qîrkirina rêyan pêk hatin

Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan li bajarê Hesekê nêzî ji sedî 75 ji projeyên sererastkirin rêyên bajêr piştî bidawîkirina xebata li navçeyên rojhilat û başur, bi dawî kirin.

Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan li bajarê Hesekê projeya sererastkirin û qîrkina rêyan di 15’ê meha Gulana îsal de ragihandibû.

Pêkanîna projeyê ji aliyê rojhilatê bajêr ve pêk hat. Her wiha ji rêyên ku rastî ziraran hatine 8 hezar m3 qîr hat diyarkirin. Aliyê rojhilatê bajêr piştî 45 rojan qîr û sererastkirin bi dawî kir. 3 hezar m3 ji aliyê başur û 6 hezar m3 ji aliyê rojava re qîr hat eyarkirin. Hê jî xebata sererastkirin û qîrkirinê li rêyên sereke berdewam e.

Bi destpêkirina projeyê re komîteya çavdêriya ya sererastkirin û qîrkirinê li ser rêyên bajarê Hesekê bi hevpeymana bi şîrketên giştî ya rêyan a girêdayî Rêveberiya Meclisa kantona Hesekê re, hat avakirin.

Endamê komîteya çavdêriya sererastkirin û qîrkirinê ya bajarê Hesekê Fehes Îbrahîm got wan xebat li navçeyên rojhilat û başur bi dawî kir û niha xebat li navçeya rojava didome.

Îbrahîm bal kişand ser ku niha rêya giştî ya di navbera bajêr û nexweşxaneyê de tê qîrkirin. Her wiha dê dest bi qîrkirina rêyên sereke li navçeya rojava di çend rojên pêş de bikin.

Li gor Îbrahîm aniye ziman ku qîrkirin piştî merheleya kutandinê ya bi qalinbûna 7 cm tê. Lê hin tên pînekirin û piştre tên qîrkirin.

(fr)

ANHA 


Mijarên Din