li Hesekê kiriya xaniyan bilind e!

Tevî geşbûna tevgera avahîsaziyê li Hesekê lê şêniyên Hesekê ji aloziya bicihbûnê, bilindbûna kiriya malan û ne bicihanîna biryara girêdayî nirxên ku aliyên têkildar diyar kirine gazincan dikin.

 

Bajarê Hesekê ji 3 navçeyan; Rojhilat, Rojava û Başûr pêk tê. Di van demên dawîn de û ji ber ewlehiya herêmê ya piştî tunekirina DAIŞ`ê tevgera avahiyan li bajêr geş bûye. Tevî wê jî aloziyek bicihbûnê derket û nirxa avahiyan bilind bûye.

Di van salên dawîn de, ji ber şerê Sûriyê, çeteyên DAIŞ û çeteyên dagirkeriya Tirk bi hezaran gelê Sûriyê ber bi deverên herêma Cizîrê ve ku ewle ne reviyan. Di encamê de nirxa avahiyan bilind bû û aloziyek bicihbûnê derket. Êdî her kesek li gorî xwe nirxa kiriya malan diyar dike. Tunebûna çavdêriyê di vî warî de sedema sereke ya bilindkirina nirxa avahiyan ye.

Şêniya bi navê Cewhera Mihemed El-Elo dibêje: "Mala min ji odeyek û mitbaxekê pêk tê û di dawiya taxên bajêr de ye. li bermaberî wê malê ez 15 hezar lîreyên Sûriyê wek kirê didim. Ev ji bo min biha ye."

Cewhera ji ber rewşa xizmetguzariyê ya ne baş li taxa wê bi gilî bû û got: "Ez û 7 endamên malbata xwe di mal de dimînin. Di zivistanê de herî û di havînê de toz heye."

Cewhera bang li aliyên têkildar kir ku rewşa şêniyan bişopînin û nirxa avahiyan baş bikin. Her wiha kesên ku keybaziyê dikin, muhesebe bikin û buroyên milkan neçar bikin ku li gorî nirxên  ku Rêveberiya Xweser ji bo kiriya malan diyar kiriye, tevbigerin.

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Fatme Hesen got: "Tevgera avahîsazî li bajêr zêde dibe. Lê şênî tu sûd jê nagirin. Berovajî wê zirarê bi bajêr dike ji kolandina rêyên sereke û hilweşandina wê. Her wiha rolek di sivikkirina aloziya bicihbûnê de nalîze."

Fatme got niha de ew li malekî bi kirê ji bo kurê xwe re digerin lê ji ber nirxa biha ya malan, nikarin bikirin. Fatme diyar kir ku heta kiriya malan jî buha ye.

Yekitiya Odeya Bazirganiyê ya herêma Cizîrê bi biryarnameyeke fermî nirxa kiriya malên ku ji 2 odeyan û pêwîstiyên din pêk tê bi 10 hezar heya 12 hezar l.s, mala ku ji 3 odeyan û pêwîstiyên din pêk tê bi 12 hezar heya 14 hezar û malên ku ji 4 odeyan û zêdeyî wê pêk tê bi 15 hezar lîreyên Sûriyê  diyar kirin.

Her wiha ji bo xaneyên şiqe Odeya Bazirganiyê herî zêde 25 hezar lîreyên Sûriyê diyar kir. Lê di dema niha de kiriya mala ku şertên jiyanê yên herî besît lê peyda nabin 30 hezar lîreyên Sûriyê derbas dike.

Di hevdîtinekê de li gel ajansa me xwediyekî buroyên milkan (Eqarî) li Hesekê Idrîs Ebidulbarî diyar kir ku sedema vê pirsgirêkê koçber in û wiha domand: "Ji ber ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser şêniyên herêmên ne ewle berê xwe dan herêmê. Ji ber wê niha aloziyek bicihbûnê derketiye."

Ebidubarî beşek ji pirsgirêkê hilda ser belênderên (mutehîd) ku malan bi awyekî ne temamkirî difroşin. Ji ber wê û ji ber bihabûna nirxa malan şênî nikarin malan bikirin, amade bikin û sûd ji tevgera avahîsazî bigirin.

Ji bo naskirina tedbîrên ku Yekitiya Buroyên Milkan a Hesekê û şîrovekirina sedemên bilindbûna kirêya malan, serokê Yekitiya Buroyên Milkan a bajarê Hesekê Melik Şêxo ji ajansa me re axivî. Şêxo got: "Gelek sedemên pirsgirkê hene. Herî girîng koçberbûna sivîlan ji bajarên Sûriyê ber bi bajarê Hesekê û herêmên din ve ye. Ji ber hebûna Zanîngeha Firatê li bajêr di werza perwerdeyê de dibe beşek ji aloziya bajêr e."

Tevî ku nirxa malan ji aliyê Odeya Fenî ya Şaredariyê, Odeya Bazirganiyê û Yekitiya Buroyên Milkan ve hatiye diyarkirin, lê xwediyên buroyên milkan wan nirxan nînin cih. Di vî warî de Şêxo dibêje: "Mixabin xwediyên buroyên milkan nirxên ku hatine diyarkirin nînin cih, buhabûna tevahiya madeyan û gotina nirx mîna berê nemane dikin hincet."

Di dawiyê de Melik Şêxo diyar kir ku dê komîteyek bi koordîneya navçeyan û şaredariyan ava bibe da ku bajarê Hesekê dabeşî çînan bikin da ku herêmên gelêrî û sûkan diyar bikin, nirxa avahiyan û kirêyan malan li gorî her herêmekê diyar bikin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din