Li Hesekê û Kobanê hemleya dezenfektekirinê

Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya Komîteya Şaredarî û Ekolojiyê ya kantona Hesekê û herêma Firatê ji bo pêşî li xetereya belavbûna vîrusa Korona bigirin dest bi hemleya dezenfektekirina sazî û navendan kir.

Şaneya Aloziyê ya li hember vîrusa Koronayê diyar kir ku Desteya Tenduristiyê bi hemû kadroyên xwe amade ye da ku li pêşî li rewşên awarte bigirin.

Şaneyê destnîşan kir ku dê nuqteyên tenduristiyê li cihên sereke li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike û dê 7 navendên tenduristiyê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade bikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî beriya niha gelek biryar ji bo parastina welatiyan derxistibûn û hemû deriyên li ser sînoran girtine.

Li kantona Hesekê û di çarçoveya parastina ji vîrusa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komîteya Tenduristiyê bi hevkariya Komîteya Şaredarî û Ekolojiyê ya Hesekê îro dest bi hemleya dezenfektekirina sazî, firinên giştî û taybet û her wiha navendên giştî kir.

Hemle ji navenda meclisa kantona Hesekê ya li taxa Til Hecer dest pê kir. Di nava 24 saetên pêş de dê hemû sazî werin dezenfektekirin û hemû sazî 3 rojan dê bikin betlane.

Yek ji berpirsên kar û barên tenduristiyê yên Gerîndetiya Tenduristiyê ya Hesekê Ramenda Îsa wiha got: "Me wek komîteya tenduristiyê îro dest bi dezenfektekirina hemû saziyên Rêveberiya Xweser kir. Armanca vê hemleyê ku vîrusa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav nebe."

Ramenda spasiya hemû xebatkarên şaredariyan kir û bang li şêniyan kir ku tedbîrên pêwîst bigirin û dûrî cihên qerebalix bikevin.

Li Kobanê jî tîmên dezenfektekirinê li saziyan belav bûn. Îro dê navendên katona Kobanê werin dezenfektekirin, her wiha navendên rêveberiyê yên şaredariyên Şîran, Sirîn, Çelebiyê û Qenaya dê di nava du rojên pêş de werin dezenfektekirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din