Li Hesekê li dijî dagirkeran xwepêşandan

Şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî ya der barê kiryarên dewleta Tirk de, hewldanên wê yên parçekirina Sûriyê û parçekirina Efrînê, xwepêşandanek li dar xist.

Şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina bêdengiya navdewletî der barê kiryarên dewleta Tirk de, hewldanên wê yên parçekirina Efrînê ji Sûriyê û lêkirina dîwarê parçekirinê, xwepêşandanek li dar xist.

Şênî li Çerxerêya Sînalko kom bûn. Di xwepêşandanê de al, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa "Em ê berxwedanê xurt bikin, dîwar hilweşînin û Efrînê rizgar bikin" û "Em bêdengiya navdewletî der barê kiryarên li Efrînê de şermezar dikin" hatin hildan.

Xwepêşandan li Çerxerêya Agirkujiyê ya li taxa Miftî veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Osê axivî û wiha got: "Hovîtiya deweta Tirk ne tiştkî nû ye. Ev yek ji kalikên xwe yên Osmanî girtiye. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide hemû herêmên Sûriyê û Rojhilata Navîn bixe bin dagirkeriya xwe. Em ji wan re dibêjin ev herêm ne yên Tirkiyê ne. Ev xaka Sûriyê ye û wê tenê ji gelê Sûriyê re bin."

Osê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dîwarê parçekirinê di nava bêdengiya navdewletî de lê dike, armanca wê ji vê yekê ew e ku kantona Efrînê ji xaka Sûriyê qut bike û tev li Tirkiyê bike.

Osê di dawiyê de got Tirkiye ji destpêka aloziyê ve destwerdana kar û barên Sûriyê dike, di hemû aliyan de destek dide komên terorîst û tekez kir ku şêniyên Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin.

Paşê ji rêveberên Kongreya Star Celîla Mele Elî axivî û bêdengiya navdewletî û bi taybet bêdengiya Sûriye, Îran û Rûsyayê der barê kiryarên dewleta Tirk li dijî gelê herêmê û binpêkirin û parçekirina xaka wan de, şermezar kir.

Celîla Mele Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek zarokên vê herêmê bi hemû pêkhateyên wê parçekirina Sûriyê şermezar dikin. Em bang li rejîma Sûriyê dikin ku erka xwe der barê xaka xwe de pêk bîne û nehêle dîwarê parçekirinê were lêkirin. Em bang li sazî û rêxistinên peywendîdar ên mafên mirovan dikin ku Erdogan were darizandin û radestî dadgeha navdewletî were kirin, ji ber ku wî li Sûriyê sûcên şer pêk anîn."

Mitîng bi dirûşmên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û neqebûlkirina parçekirina Sûriyê bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din